Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karên pirtir xala serekî di buceya S de ye

Hat weşandin onsdag 2 maj 2012 kl 16.00
Peyivdara pirsên aborî ya partîya sosyaldemokratan Magdalena Andersson buceyê pêșkêș dike. Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix.

Partîya sosyaldemokrat îro pêșnîyaza buceya xwe pêșkêș kir. Di pêșnîyaza buceya xwe ya buharê de giranî danîne ser mijûlbûna bêhtir. Pêșnîyazek di buceya wan de sazkirina foneke dewletî ya sermayeyên bi rîsk bi giranî ser perexistinên di șirketên biҁûk û yên nîvmezin yên endustrî û xizmetan de ye. Pêșnîyazeke din, berfirehkirina mafê jêbirînê ye bo perexistinên warê lêkolîn û pêșketinê de, ya tê bi wateya ku dana bacê bo wan peredanan radibe.

Sosyaldemokrat di salên bê de dixwazin perexistinê di warê avahîya bingehîn de bêhtir bikin, û bi taybetî bo rêyên hesinî.

Nîvê hejmara kesên navbera 30 ta 34 salîyê de ne, dê ta sala 2020 de xwedan perwerdeyeke bilind, ya bi kêmanî du salî bin. Herweha li gor partîya sosyaldemokratan pêwîst e ku perwerdeyên bo mezinan berfiretir bibin wekî perwerdeya bazara karî ya bi giranî ser warê kar.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".