Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE xeta xwe ya alîkariyê diguhere

Hat weşandin torsdag 3 maj 2012 kl 10.55
Gunilla Carlsson. Foto: Bertil Ericson/Scanpix

Bêhtirê alîkariya dewletî ya welatên YE diçe ji welatên ne xizan re û ev jî pirsgirêkek e li gorî wezîra alîkariyê Gunilla Carlsson. Tenê %46 yê alîkariya YE diçe ji welatên xizan re, li gorî raporek parlemana Brîtanya. Piraniya alîkariyê diçe ji welatên mîna Sirbîstan û Tirkiye re. Li wir ew pereyên alîkariyê diçin ji avahiya bingehîn mîna avakirina rêyan û amadekirina wan welatan bo endametiya YE’yê. Lê YE xeta xwe ya alîkariyê diguhere, wezîra alîkariyê Gunilla Carlsson dibêje.

Carlsson behsa projeya "Agenda for change" ango ”Rojeva guhertinê” dike û diyar dike ku wezîrên alîkariyê yên YE dixwazin armanca alîkariyê zelaltir bikin bi pirsên mîna YE çi dike û çima dike.

- Bi projeyê armanca YE ew e ku pereyên alîkariyê yên welatên endamên yekîtiyê herin ji welatên herî xizan re û ferqekê berçav li wan welatan çêbikin, Gunilla Carlsson dibêje.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".