Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aktîvîstên Greenpeace'ê Nordica dagîr kirin

Hat weşandin torsdag 3 maj 2012 kl 14.17
Aktîvîstên Greenpeace vê hefteya dawiyê du caran ketin keștiya qeșașikên Nordica. Foto: Matti Snellman/Greenpeace.

Aktîvîstên rêxistina jîngehê Greenpeace vê sibê ketin keștiya qeșașikên ya fînlandî Nordica li bașûrê Ölandê û xwe bi keștiyê ve zincîr kirin. Piștî ku polîs û çavdêriya peravê ketin keștiyê yek ji wan șeș çalakvanan xwe radest kir. Çalakvanê ku hat girtin niha gûmanbarê tawanê bê destûr ketina hundir û îhtîmal e sabotajê jî be. Nordica yek ji du keștiyên qeșașikên e ku dê vê havînê asîstaniya kolandina ceribandinî bike ji kompaniya neftê Shell’ê re li herêma Arktîsê.

Ev cara duyemîn e di nava hefteyekê de ku aktîvîstên jîngehê hewl didin keștiyê rawestînin.

Greenpeace gelek rexnegîr e hem li wê ku destûr tê dayîn bo kolana ceribandinî ya bi armanca peydakirina neftê li herêma deryayî ya hesas ya Arktîsê û hem ji ber ku hikûmeta Swêdê ya endamê encûmena Arktîsê rê li kolanê nagire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".