Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Girtiyên siyasî mobîlyayên Ikea çêkirine?

Hat weşandin torsdag 3 maj 2012 kl 14.24
Foto: Magnus Hjalmarson Neideman/Scanpix.

Mimkun e ku firoșgeha mezin Ikea ji bo çêkirina beșek ji mobîlyayên xwe girtiyên siyasî yên Almanyaya Rojhilat bi kar anîbe. Bernameya televizyona Swêdê SVT Uppdrag granskning vê pirsê dike mijara bernameya xwe ya vê êvarê. Di salên 70- û 80’î de Ikea ji bo çêkirina mobîlyayên xwe bi belavkarên Almanyaya Rojhilatî hevkarî dikir. Beșek ji mobîlyayên van belavkaran ji aliyê girtiyan ve dihatin çêkirin. Belgeyên ku Uppdrag Granskning ji arșîva Stasiyê derxistine nîșan didin ku mimkun e girtiyên siyasî mobîlyayên Ikea’yê çêkiribin.

Ikea înkar dike ku mobîlyayên wan wiha çêbûbin lê dîsa jî lêkolînekê dide destpêkirin, dibêje berpirsa ragirbariyê ya mercên karî ya Ikea’yê Jeanette Skjelmose.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".