Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolîna dermanê kulbûna piștî çandinê

Hat weşandin torsdag 3 maj 2012 kl 14.28

Li dora nîv milyon mirovên bi diranên çandî hene li Swêdê û ji van ji her pêncan yek ji ber sedemên nediyar devê wan kul e. Ji bo ku di vê derbarê de bêhtir zanyarî bên destxistin, akademiya Sahlgrenska ya li Göteborg lêkolînekê dide destpêkirin. Çandina diranan bi rêya operasyon ango emeliyatê tê kirin û diranek çêkirî tê xistin șûna diranekî ketî. Ji her pênc kesan yek ê ku vê emeliyatê dike piștre goștê diranê wan kul dibe. Li gorî profesor û serpizîșkê parodontologiyê li akademiya Sahlgrenska li zanîngeha Göteborgê, sedema ketina diranan hem îrsî û hem jî șêweyê lênêrîna mirov bixwe ye.

Ji ber ku îro tu lêkolînên baș nînin li ser nexweșiya ketina diranan, lêkolîna neteweyî ya li akademiya Sahlgrenska pir girîng e ji bo nexweșxaneyan.

Lêkoleran defterên qeydkirinê yên sê hezar nexweșên ku bi awayek tesadufî hatine hilbijartin lêkolîn kirine û biryar dane bi hûrayî kontrola 900 diranên kesan bikin piștî havînê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".