Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêvebirîya spora Swêdê kêmreng e

Hat weşandin torsdag 3 maj 2012 kl 15.03
Spor û pirrengî
(6:52 min)
Björn Eriksson ji birêvebiriya Federasyona Sporê /Foto: Besir Kavak

Spor tevgera gelî ya herî mezin e. Derdorê sê mîlyon însan li Swêdê di beşên cuda yên sporê de çalak in. Lewra spor dikare bibe navgînek herî girîng ji bo berbihevhatina komên cuda di civakê de û bi taybetî jî di warê hevguncî û entegrasyonê de rolekî mezin bilîze. Lê ma ew vî rolî dilîze?

Zlatan Ibrahîmovîch yek ji stêrkên herî navdar yê spora Swêdê ye û ew ne tenha werzîşkarê bi nav û deng yê bi eslê xwe xerîb e. Li Swêdê di gelek şaxên sporê de pêlewanên jêhatî hene, lê di birêvebirîya herî bilind de qet kokbîyanî nînin. Vêce gelo birêvebirîya ku divê mînak be çi wateyê dide pirrengîyê? Björn Eriksson - Endamê birêveberiya Federasyona Sporê dibêje:

-         Bi min di sporê de wateyeke mezin ya sporê heye. Du perspektîv hene. Yek, eger mirov sporê bi sanayî û bazirganiyê re bide ber hev, di spor û çandê de li gor bazara sanayî pirrengîtî bêhtir e. Ji hêla din ve eger mirov li xalên lawaz yên sporê binêre, di gelek waran de me nikarîye em swêdîyên nû têxin nav sporê. Ji ber ku spor tevgera herî mezin ya gelî ye û em jî wek birêvebirên wê divê em baştir tevbigerin.

Federasyona Sporê – Riksidrotsförbundet RF dezgeha sporê ya herî mezin e li Swêdê. Di nav vê dezgehê de ji beşên cuda yên sporê 70 federasyonên din yên sporê cî digrin. Hersal ji alîyê dewletê ve bi milyaran kron alîkarîya Federasyonê tê kirin. Lê birêvebirîya Federasyonê hema hema tenê ji swêdîyan pêk tê.

Ji şênîyên Swêdê bi texmînî ji %18 bi eslê xwe xerîb in. Kesên wek Zlatan Ibrahimovic û Ara Abrahamîan jî sporvanên kokbîyanî ne ku li seranserê cîhanê wek swêdî tên naskirin. Lê dema mirov li pirrengîya rêvebiriya sporê dinere hejmara kokbîyanîyan pir kêm e. Di birêvebiriya herî bilind ya ku ji 11 kesan pêk tê de qet bîyanî nînin û di nav tevaya karmendên Federasyona Sporê de hejmara biyanîyan tenê ji %5 e.

Berpirsê pirsên pirrengîyê di Federasyona Sporê de Björn Eriksson vê wek pirsgirêkek mezin dibîne û bi bawerîya wî pirsgirêka heyî bi şêweyê wan yê fikirî ve girêdayî ye.

-         Belkî ji ber ku em ewqasî swêdî difikirin em wan kesên birastî dixwazin û dikarin têkevin nav rêxistinan peyde nakin.  Gelek caran bi rêya zarokên xwe mirov bi xwe jî dikeve nav sporê de. Lê ma divê ev tenha rê be? Ma bi vê metodê me karîye dêûbavan têxin nav xebatên komeleyên sporê? Belkî divê em şêweyê kar biguherin. Belkî ew rêç û xeta swêdî herdem ne rast e. Bi min divê em bi awayekî nû bifikirin, dibêje Björn Eriksson ji rêvebiriya Federasyona Sporê.

Lê, di mesela pirrengîyê de hejmara kêm ya kokbîyanîyan di Federasyona sporê de ne tenha pirsgirêk e. Björn Eriksson çar xalên din yên sporê wek qelsîyên mezin destnîşan dike û dîyar dike ku divê ew li ser wan bixebitin da rewş baştir bibe.

-         Ya yekê zarokên ku bi tenê têne Swêdê ne, di vir de kêmasîyên me hene. Beşê duduyan qîz û jinên ku ji welatên derveyî Ewrûpa têne Swêdê ye. Ya sisêyan di nav antrenora de pirrengî kêm e. Ya çarê biryarnameyên pêşbazîyan e, dibe ku carna bi çandên din ecêb were. Û xala dawîn, lê pir girîng hejmara kêm ya kokbiyanîyan ku ji bo birêvebiriya spora Swêdê tên hilbijartin in.

Baş e ji bo çareserîya van pirsgirêkan halê hazir çi tedbîr hene? Eriksson dibêje:  ”Divê gelek kar bi hev re bên kirin” û wek mînak dide zanîn ku divê ew bikaribin baldarî û famkirinê belav bikin da ku ketina nav birêvebiriya klûban ji kokbîyanîyan re balkêş were. 

-         Tu lîsteyek çareseriyan bi min re nîne, lê em fikirîne bê em ê çawa bikin. Em ê niha wek ceribandin giraniyê bidin ser pênc spor û du herêman. Herêmên hilbijartî Skåne û Östergötland in. (Sedema ku me ev hilbijartin ew bû ku yên herî zêde gavên ber bi pêş ve avêtine ew in). Wek beşên sporê jî me basket û boks hilbijartine, di van herdu sporan de pirrengîyek baş heye. Lê me herwiha tenis, kaşoya hundir (ango innebandy) û futbol ku bêguman spora herî mezin e hilbijartîye. Di van waran de û li van herêmên min behs kirî emê dest bi kar bikin û biceribînin.

Bi raya Björn Eriksson ji bo sporek serkevtî divê dîmenê paşerojê cuda be. Dîmenê heyî divê bê guhertin û wê bê guhertin, lê wek hemî guhertinên mezin ev wext divê. Birêvebirîyên pasherojê divê ne ji heşt Björn Erikssonan pêk were.

- Belê divê em bikaribin vî dîmenê heyî biguherin. Lê hemî guhertinên mezin wext dixwazin. Bi dîtina min gava yekem ew e ku komîta rawêjkar xwedî perwerda destdayî be ku bikaribe li derveyî yên wek xwe bigere. Birêvebirîyek ku heşt Björn Erikssona tê de bin wê nexweş be.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".