Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Spor û werzîş

Hat weşandin söndag 10 juni 2012 kl 15.44
Spor û pirrengî
(6:52 min)
1 av 6
Björn Eriksson ji birêvebiriya Federasyona Sporê /Foto: Besir Kavak
2 av 6
Mirov bi sporê aram dibe, hestîyê mirov saxlem dibin û serê mirov baştir kar dike/ Foto: Scanpix
3 av 6
Serantrenorê Akademîya Ciwanan yê AIK Elias Mineirji: " Foto: Besir Kavak/Sveriges Radio.
4 av 6
Gelek ciwan difikirin ku ew rastî cudakarîyê tên.Foto: Janerik Henriksson / SCANPIX
5 av 6
Lîstikvanê Dalkurd Brwa Nouri. Foto: Besir Kavak / SR International
6 av 6

Gelo spor dikare ciwanan ji nav karên krîmînel derx e û bibe dîwarek di navbera xort û kiryarên çetewarî de?

Erê, lîstikvanê jêhatî û hezkirî yê Dalkurdê Brwa Nouri dibêje ew bi xêra futbolê hem ji nav jîyana bi teşqele û pevçûn derket hem jî bû sporvanekî bi disiplîn.



Dermanê xem û kulan jî spor e

Eger mirov di ciwanîyê de xwedîyê kondîsyoneke baş be ew dikare heta 40 salî mirovan ji xemokî û depresyonê diparêze. Li gor lêkolîna ku hatîye kirin sedem dikare ew be ku spor guhertinên mezin di mêjî de dike. Û ev guhertin rê li ber depresyonê digrin, dibêje Maria Åberg ji Akademîya Sahlgrenska ku yek ji lêkolerên vê raporê ye.

Lêkolîna ku ji alîyê Akademîya Sahlgrenska û Înstîtuya Karolinska ve hatîye kirin xwe dispêre zêdeyî milyonek zilamên ku piştî 1950î ji dayîkbûne .



Zoranbaz ango guleşvanê ji rojhilatê Kurdistanê ji bo ku mafê wî yê rûniştinê tine nikare beşdarî pêşbazîyan bibe.




Gelek zarok û ciwanên ku yan ew li derveyî Swêdê çêbûne yan jî dêûbavên wan ji welatekî din hatine Swêdê di nav futbolê de çalak in. Loma futbol yek ji sporên herî pirçandî li Swêdê tê dîtin, lê gelek kesên ku li Swêdê mezin bûne, wext û enerjîya xwe pir dane futbolê difikirin ku ji bo ku ew ne swêdî ne rastî cudakarîyê tên û neheqî li wan dibe.



Futbol li Swêdê yek ji wan sporên herî pirçandî tê hesibandin. Hejmarek zêde ji lîstikvanan ciwanên bi eslê xwe bîyanî ne. Lê dîsa jî hejmara antrenorên kokbîyanî di nav futbolê de kêm e. Klûbeke ku di vî warî de jî gavên mezin avêtine klûba Stockholmê AIK ye. Em çûn serdana Akademîya Ciwanan ya Klûba AIK li Solna û hevdîtinek bi serekê antrenorê akademîyê Elias Mineirji re kir.



Ji şênîyên Swêdê derdorê %18 bi eslê xwe xerîb in, lê dema mirov li pirrengîya rêvebiriya sporê dinere hejmara kokbîyanîyan pir kêm e.




Lêkolîneke berfireh ku li başûrê Swêdê hatîye kirin nîşan dide ku spora rojane feydeyeke mezin hem dide dersan hem jî saxlemîya laş. Lêkoler û însîyatîfgir dixwazin ew bibe beşek ji sîstema perwerdê.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".