Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dibistan ji her demê bêhtir newekhev

Hat weşandin fredag 4 maj 2012 kl 10.51
Foto: Ingvar Karmhed/Scanpix

Her diçe dibistanên Swêdê newekhev dibin. Ferqa encama notan her diçe zêde dibe di navbera dibistanan de, li gorî raporek nû ji daîreya dibistanê Skolverket. Li gorî raporê, ji dawiya salên 1990’î ve ferqa di navbera dibistanan duqat bûye. Wekî din îro ji her demê bêhtir ferq dike bê yek diçe kîjan dibistanê. Sedemek vê yekê dibistanên serbest in, bi swêdî ”friskola”.

 

Bi hatina dibistanên serbest re șagirtên jîr û yên guh nadin xwendinê dibistanên cûda hildibijêrin û ev jî dibe sedema encamên cûda.

Dîrekrota giștî ya daîreya dibistanê Skolverket, Anna Ekström bi dilekî giran pêșwaziya rapora nû dike. Li gorî Ekström cîhê fikarê ye ku hinek dibistan lawaz dibin û berdewam wiha dimînin.

- Ferq nake șagirt diçe kîjan dibistanê, li gorî qanûna dibistanê divê ji gișan re heman șert û merc hebin da di xwendina xwe de ser bikevin, Anna Ekström dibêje.  

Li gorî hejmarên ku buroya navendî ya statîstîkan ji bo federasyona mamosteyan Lärarnas Riksförbunds amade kiriye, ferqa notpuanên șagirtên herî lawaz û yên herî xurt %30 zêde bûye van salên dawiyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".