Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Temam, heşt sal leşkerî lê paşê?

Hat weşandin fredag 4 maj 2012 kl 13.33
Meslek: Esker
(5:09 min)
Miaşê leşkeran kêm e û ew nizanin bê piştî 8 salên leşkerîyê wê çi bikin. /Foto: Scanpix

Berya du salan erka xizmeta leşkerîyê li Swêdê rabû û ji dêla wê leşkerî mîna hemî karên din bû meslek.

Lê gazin tên kirin ku miaşê leşkeran kêm e û gelek leşker biendîşe ne bê rewşa wan ya piştî leşkerîyê wê çawa be. Ji ber ku leşkerîya meslekî tenê bi heşt salan sînorkirî ye.

Digel rexneyan jî Michael Moore ji Wezareta Parastinê radigihîne ku serlêdanên xwendina ji bo mesleka leşkerî baş in:

-         Peydakirina kesên ji bo leşkerîya meslekî gelek baş derbas dibe. Pirseke bêhtir demdirêjî ku tê kirin hêlana leşkeran di nav Hêza Parastinê de ye. Halê hazir em nizanin bê bersiv çî ye û çend salên pêş me jî em ê nizanibin. Lê ev guhertin lazim e, suruştî ye û kêm zêde li seranserê Ewrûpa bi heman şêweyî tê kirin, dibêje Michael Moore ji Wezareta Parastinê.

Piştî ku berya du salan erka xizmeta leşkerî li Swêdê hate rakirin, rêxistina hêza parastinê di nav xwe de kete nav guhertinên mezin û ev guhertin her berdewam in. Hesab ew e ku di sala 2014ê de parastina meslekî ji hêzeke 50 hezar kesî pêk were û divê ew di nava heftîyekê de ji xizmetê re hazir bin.

Sara Algstrand di 2010ê de serî li perwerda leşkerîyê ya dilxwaz da. Vê havînê peymana heşt salî ya kar pê re tê girêdan. Miaşê Sara 16 hezar û nîv e, lê ew pê neqayîl e û dibêje li gorî xeterên ku ev meslek bi xwe re tîne miaş pir kêm e. Xemeke wê ya din jîyana piştî peymanê ye:

-         Pirseke baş e. Piştî 8 salan dema kar qedîya temenê min wê 30 be. Ez nexwedanê perwerdeyeke medenî me û bazara kar heta ji wan tê kesên ciwan dixwazin. Bi rastî ez nizanim ez ê çi bikim.

Ma çi sergêjîya wê heye ku mirov nizanibe piştî peymana 8 salî mirov dê çi bike?

-         Helbet sergêjîye, dibêje Sara Algstrand. Gelek leşker fikaran dikin bê ewê paşê çi bikin. Herkes naxwaze bibe zabit, lê ma wekî din çi mecal hene?

Annika Engblom ji partîya moderatan di parlemanê de di komîsyona parastinê de ye. Ew jî eyn wekî Michael Moore dibêje divê bala ciwanan bê kişandin da ku di nav karê parastinê de bimînin. Lê ew miaşê kêm wekî pirsgirêk nabîne:

- Hemî tişt ne miaş e. Ji bo gelek ciwanan ev yekem kar e û mirov16 hezar û nîvê distîne. Ev miaş bi bazara kar re guncav e. Eger mirov di wî temenê ciwan de li restorant yan devereke din kar bike rewş zêde necuda ye. Lê xalek heye ku di gotûbêjê de xuya nake, dibêje Annika Engblom û didomîne:

- Ev destpêk dibe bingeh û paşê karrier li ser tê avakirin û miaş jî bilind dibe, dibêje Annika Engblom ji komîsyona parastinê di parlemanê de.

Lê hevkara wê Anna-Lena Söresson ya di heman komîsyonê de  bes ji partîya muxalefetê, ji Sosyaldemokratan miaş kêm dibîne:

-         Miaşê ku niha tê dayîn 16 500 kron e. Ev têra qedandineke baş nake. Û divê mirov kûr kûr ser vê yekê bifikire.

 Anna-Lena Sörensson ya sosyaldemokrat hemfikire ku dema rakirina xizmeta leşkerîyê  hatibû, lê bi raya wê diviyabû ev bi awayekî birêkûpêktir hatiba kirin û berya cîbicîkirina biryarê diviyabû nîqaşên berfirehtir di nav raya giştî de hatibane kirin. Li gor wê zanîn û piştgirîya xelkê kêm e û gelek pirsên nezelal ku divê bên bersivdan hene:

- Dijwarîyeke ku divê mirov li ser bixebite tevlîkirina sanayî û endustrîyê ye. Pêwist e ji bo leşkerên ku piştî 6-7 salan ji jîyana leşkerî derbasî ya medenî dibin bala wan bê kişandin. Çaxê mirov meslekê leşkerîyê qedand girîng e mirov bikaribe perwerde û ezmûna ku mirov ji vir wergirtîye di jîyana sivîl de jî bikar bîne.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".