Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm bazirganên seksê tên cezakirin

Hat weşandin måndag 7 maj 2012 kl 10.57
Kêm bazirganên seksê tên zindanîkirin. /Foto: Tomas Oneborg, Scanpix

Ji lêkolîneke ku rojnameya Dagens Nyheterê kiriye dîyar dibe ku kêm mêrên ku ji keçên navbera 15-18 salî seksê dikirin tên girtin û dikevin zindanê.

Statîstîk nîşan didin ku di navbera salên 2006-2010ê de li wîlayeta Stockholmê 175 gilîyên bazirganîya seksa bi zarokan re hatîye kirin. Ji van tenê 7an hikum xwarin û tenê yek bi hikmê zindanê hate cezakirin. Di navbera van salan de hejmara gilîyên bazirganîya seksê li seranserê Swêdê zêdeyî 500 bû, lê ji van biryara mehkûmîyetê tenê li 26an hat dayîn.

Eger seksa cinsî ji zarokên bin 15 salî bê kirîn ew wekî tecawiz tê binavkirin û eger di navbera 15-18 salî be kesê seksê dikire heta du salan dikare cezayê zindanê bixwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".