Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îro roja kansera çerm e

Hat weşandin måndag 7 maj 2012 kl 11.04
Kansera çerm ji trafîkê bêhtir rihan distîne /Foto: Scanpix

Îro Duşemba Melanoma ye, ango li Ewrûpa roja agahdarkirina kansera çerm e. Kanser yan penceşêra çerm ya herî bixeter malingt melanom e. Tê payîn ku ji vê nexweşîyê îsal 500 swêdî bimrin, yanî li Swêdê ev nexweşî ji qezayên trafîkê bêhtir mirovan dikuje.

Mebest bi Duşemba Melanoma, agahdarkirina raya giştî derbarê xeterên ku mirov xwe bide ber tavê, di wext de kifşkirina nexweşî û hewildanên pêşlêgirtina wê ne. Di van 20 salên dawî de ji nav hemî awayên kanserê ya ku herî zêde belav dibe kansera çerm e.

Nexweşxaneyên çerm yên seranserê Swêdê îro ji bo kesên ku dixwazin xwe kontrol bikin û wekî mînak li şanikên xwe binêrin re vekirî ne. Bê ku hewalekirina ji alîyê doktor ve pêwist be herkesek îro dikare here û xwe kontrol bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".