Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Borg ne ji Fransa lê ji Yûnanîstan bifikar e

Hat weşandin måndag 7 maj 2012 kl 12.59
Wezîrê aborîyê Anders Borg nebawere sîyaseta Fransa bê guhertin /Foto: Janerik Henriksson / Scanpix

Di hilbijartinên duh de li du welatên ewrûpî, li Fransa û Yûnanîstan hikûmet hatin guhertin. Li herdu welatan jî rikberên tedbîrên aborîyê biserketin.

Loma jî niha pirs tê kirin bê gelo peymana aborî ya Ewrûpa dikeve xeterê yan na. Wezîrê aborîyê yê Swêdê Anders Borg bawer e ku serokkomarê nû yê Fransa wê sîyaseteke bi gotina wî biberpirsîyarî bimeşîne.

-       Min nebawere tu guhertinên mezin pêk werin. Wî bi xwe jî eşkere kirîye ku ew ne li dijî peymana aborîyê ye, lê wê hin guhertinan di mezinbûnê de bike. Tesîra vê jî wê ne zêde be.

Lê li gor wezîrê aborîyê Anders Borg rewşa Yûnanîstan hê nayê zanîn û gerek ew di heftîyên pêş de zelal bibe.

Ji aliyê din ve serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt duh pîrozbahîya serokkomarê nû yê Fransa Hollande kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".