Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fridolîn ultîmatum da hikûmetê

Hat weşandin måndag 7 maj 2012 kl 13.10
Gustav Fridolin: "Eger tu nakî, tu qîmetê hevkarîyê namîne". Foto: P4 Väst.

Hevkarîyeke Partîya Jîngehê – Miljöpartiet bi hikûmetê re li ser sîyaseta penaberan ev demeke ku heye lê vêga Partîya Jîngehê difikire ku dev ji vê hevkarîyê berde.

Berdevkê partîyê Gustav Fridolin dibêje hikûmet gavavêtinan herdem taloq dike û eger di budça payîzê de ji bo penaberên ku li Swêdê dimînin mafê lênerîna nexweşîyê neyê dayîn ti qîmetê hevkarîyê:

Dema peyman di navbera Partîya Jîngehê û hikûmetê de hate îmzekirin ew weke gaveke dîrokî hatibû binavkirin û rêvebirên Miljöpartet gotibûn kesên bêkaxez dê êdî bikaribin biçine doktor. Lê berdevkê partîyê Gustav Fridolîn dibêje fikrê hikûmetê li ser mijarê belawela ye û heta niha wan xwe nedane ber danûstandinan:

- Me nikarîyê em ji bo danûstandinên cidî li hev rûnin, ji ber ku hikûmet dibêje ew di nava xwe de neyekfikir in. Wezîrê Civakî Göran Hägglund ku muxatabê pirsê ye dixwaze biryar derkeve lê partîya mezin Moderat wî disekinînin, dibêje Gustav Fridolin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".