Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bersivên gumanbar tişe tevlîhevî ne

Hat weşandin tisdag 8 maj 2012 kl 11.04
Gumanbarê kuştina 3 kesan û hewldana kuştina 12 kesan Peter Mangs. Foto: Drago Prvulovic/Scanpix.

Duh rêzenîşanderê şikdar yê li bajarê Malmöyê Peter Mangs ji bo kuştina sê kesan û hewldana kuştina 12 kesan di navbera salên 2003-2010ê de hate darizandin. Gelek kes li benda zelalbûna bersivan e, lê di pêşlêkolîna ku ji 7500 rûpel jêpirsîn pêk tê de tevlîhevî û xumamî zêdetir dibe.

 Börje Sjöholm şêfê wîlayetê yê beşê tawankarîyê ye:

- Xuya ye mirina xwîşka wî tesîreke mezin li ser kesayetîya wî kirîye, lê em nizanin bê di vê rûdanê de rolê bûyerê çiqas e, dibêje Börje Sjöholm.

Gumanbar Peter Mangs bi xwe dibêje ew ne xwedîyê fikrekî taybetî ye û hin alîyên dijber derdixe pêş. Ew dibêje; koçberî hem baş e, hem xerab e. Îdia dike ku ne nijadperest e ji ber ku wî gelek salan li muzîka afrîkî xistîye. Li gor Mangs ji ber ku nexweşîya asperger lê heye ew mîna kesên din nafikire, dibêje ew alîgirê Partîya çep e lê kovarên rastgiran dixwîne.

Di jêpirsînê de ew herwiha dibêje tewqîfxane xweş e û sal û nîveke berhemdar tê de derbas kirîye. Di vê demê de wî stran û pirtûk nivîsandine.

Gumanbarê binçav tawanan qebûl nake lê dibêje rast e ew li kolanên Malmö bi çek û êlekê xwe yê şer digerîya.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".