Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Têkoşîn li hember qelewîyê

Hat weşandin tisdag 8 maj 2012 kl 11.14
Roj bi roj em qelewtir dibin

Wezîrê Civakî Göran Hägglund dixwaze li hember qelewbûna li Swêdê tedbîrên bi hêz bên standin. Li gor ku rojnameya Dagens Nyheterê nivîsandîye dawîya salê Hägglund wê nûnerên dewletê, yên bazara xwarinê, beledî, rêxistin û elaqedarên din li hev bicivîne ji bo ku bi hev bişêwirin bê divê çi tedbîran bigrin. Daxwaza Hägglund çêkirina bêhtir rêyên bisiklêtan e. Ew herwiha dixwaze li ber kaseyên dikanan ji dêla şekir fêkî û meywe bê danîn.

Brîtanya bernameyeke netewî ya tendurustîyê bi heman awayî pêkanîye û bi raya Hägglund ew dikare wekî mînak bê girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".