Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwanên sîyasî bêdestûra çapê muzîk bikaranîne

Hat weşandin tisdag 8 maj 2012 kl 16.03
SSU strana Moby bêdestûr bikartanî/ Foto: Erlend Aas / Scanpix

Federasyonên ciwanan yên partîyên sîyasî di fîlmên xwe yên kampanya de bê ku mafê wan yên çap û kopîkirinê hebe muzîk bikaranîne.

Piştî ku radyoya Swêdê Ekot nûçe belav kir Federasyona Ciwanên Sosyaldemokratan SSU fîlmê kampanya xwe ku strana Moby bikar tanîn ji malperê rakirin.

Sekreterê çapemenîyê yê SSU Marcus Strinäs:

-      Mafê me yê çapkirina strana Moby nebû, lê em ê bi Stim re bikevin têkilîyê bê em çawa dikarin heqê wan bidin. Bi min ev mesele cidî ye, divê em rutînên xwe baştir bikin ji bo ku di pêş de em nekevin heman şaşîyan.

Rêxistinên ciwanan yên Partîya Çep û Demokratên Swêdê jî di reklamên xwe de bê destûra çapê muzîk bikaranîne. Mattias Franzén berpisê çapemenîyê yê Stim ji vê yekê nerazîye:

- Ji bo ku mirov bikaribe muzîkê di minasebeta sîyasî de bikarbîne divê mirov ji xwedîyê mafê çapê destûra muzîkê sitandibe, dibêje Mattias Franzén.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".