Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bila mecbûrîyeta çûna dibistanê bê dirêjkirin

Hat weşandin tisdag 8 maj 2012 kl 16.11
Wezîrê Perwerdê Jan Björklund: "Divê em bêhtir wextê xwendinê bidine komna". Foto: Jessica Gow/Scanpix.

Ji bo ku şagirtên koçber yên ku paşê hatine Swêdê di xwendina xwe de biserkevin dibe ku mecbûrîyeta çûna dibistanê heta 18 salî bê dirêjkirin. Di nava vê hefteyê de ev pirs dê bê lêkolînkirin dibêje wezîrê perwerdê Jan Björklund û wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag. Wê herwiha bê nerîn bê ji bo van şagirtan hin guhertinên dersan dikarin bên kirin; wekî mînak ew hin dersan bêhtir bixwînin.

Gişt ji bo ku şagirt çêtir biserkevin dibêje wezîrê perwerdê Jan Björklund:

-      Çaxê mirov 12-13 salî tê Swêdê 16 salî dibistanê diqedîne. Wê demê mirov li Swêdê 3-4 salan diçe dibistana bingehîn. Û eger mirov li welatê xwe neçûbe dibistanê yan çûbe yeke xerab mîna ku mirov 12-13 salî nû dest bi dibistanê bike çêdibe. Yanî ew dersên ku hevalên mirov di 9 salan de dîtine divê mirov di 3-4 salan de fêr bibe. Helbet ev nemantiqî ye. Lewra divê em bêhtir wextê xwendinê bidine vê komê, dibêje wezîrê perwerdê Jan Björklund.

Hikûmetê ev bername îro di bin navê ”Pakêta reforman ya li hember cudakirinên dibistanan” de pêşkêş kir.

Di heman demê de Daîreya Perwerdê wezîfê werdigire ku zanîna şagirtên nûhatî pêşdarî bike, bê wextê şagirtên koçber têne Swêdê wan çiqas xwendine û çiqas zanîna wan heye: Cîgira wezîrê perwerdê Nyamko Sabuni:

-      Girîng e haya me ji pêşzanînên şagirtan hebe û eger mimkun be em bikaribin zanîna wan bipîvin. Û bi vî awayî em şagirtan bişînin sinifê li gorî wan. Ango bi dirêjkirina erka çûna dibistanê re herwiha girînge mirov biçe sinifekî li gorî xwe jî , dibêje Nyamko Sabuni

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".