Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qetlîama Utöya bîyanînewxaz bêhêz nekirin e

Publicerat fredag 20 juli 2012 kl 17.15
Breivik mora xwe li zimanê wan daye
(5:27 min)
Utöya, Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Di ser qetlîama Utöya ya li Osloyê ku ji alîyê Anders Behring Breivik ve hat kirin re naha salek derbas bûye. Li gor şefredaktorê kovara Expo Daniel Poohl her çiqas destega ji bo bîyanînexwazan yên wek partîya Swêdê Sverigedemokraterna kêm nebûbe jî, ew naha bêtir baldarin. Yane wek bere nikarin peyîven pir radîkal bikin. Lê Danîel Poohl di eynî demê de li hemberê retorîka wan bi ecêbmayîye.     

-Heger çiqas jî ew naha bêtir baldarin jî, ez ecêbmayîme ku wana devoka xwe li pey qetlîama Utoya negûherandine. Mirov dibîne ku gotinên Breivik bi kar tîne, wana jî dest pê kirîye bi kar tînin. Berê kesekî behsa kulturmarxizmê nedikir, lê dû manîfestoya Behrin Breivik ku ew kulturmarxizmê wek ideolojîyekî dibîne, eva ketîye zimanê gellekan. Yanê Breivik tesîreke wusa kirîye ku gellek naha wek wî dipeyîvin.       

Naha salek derbas bû ku Anders Behring Breivik di 22 ê meha Temmuzê de bombeke gellek bi qûwet li cem bîna hikûmatê li Osloya Norveçê teqand. Li dû re ewî berê xwe da ada Utöya yê ku 500 cîwanên partiya socialdemokratan AUF li wir civîna xwe ya edetî çêdikir. Bi cilê polêsan li ser, ew di adê de rehet gerîya û cîwan gulebaran kir. Di serî de zarok jê nervîn, ji bo ku wan wetrê ew polês bû. Bi temamî ewî 69 cîwan qetil kirin û gellek jî hatin birîndarkirin.

Alî Esbathi  endamê partîya çep Vänsterpartiyet ê, ku naha wek aborinas li Osloyê kar dike, yek ji wanên ku li wir, li adê  bû. Dema ku dengê gullan hat ewî xwe avête avê û ji wir durket. Lê dema ku ew hat reşayê, wêneyêkî gellek xemgînî li ber çavê  xwe dit.       

-Dema ku ez hatim reşayê, min wêneyekî ecêb li ber çvê xwe dît. Hinek kes digirîyan, hinek diqîrîyan, hinek bê deng bûn û hinekan jî hevdi hemêz dikirin. Hîssekî gellek nexweş bû û mirova bawer nedikir ku eva bi rastî dibû. Lê min fêm kir ku eva afateke mezin bû. Gellekan hevalên xwe hinda kiribûn û lê digerîyan.     

Qetilkirina li Utöya ne tenê Norveç xiste şokê, lê belê hemû dinya şok bû û minaqeşeke zor di derbarê bîyaniyan, miamela li hemberê mislimanan û demokrasiyê de hat dest pêkirin. Heger çiqas jî qetlîam ji rêxistinên bîyanînexazan re nebûye sedemê destegê, lê ewê li ser raya giştî tesîreke mezin çêkirîye, dibêje Daniel Pohl li kovara Expo.    

-Bi kêmasî evê qetlîamê bala gel kişandîye ser rêxistinê dijî rasizmê. Gel naha baştir rengê rasîzmê û encama ne tolere kirinê dibîne. Ez bawer dikim ku ev guhera herî mezin e. 

Di dadgehkirinê de derkete holê ku Ali Esabati û jina wî ya bi hemil jî di hedefa Anders Behring Breivik de bûn. Esbatî bi xwe jî beşdarê dadgehê bû û ew dibêje gellek baş bû ku dadgeh di televizyonan û radîyoyan de bi zindî hat weşandin. 

-Li gor min ev tîştekî gellek baş bû. Gellek grînge ku eva traûma mezin bi awayekî pircûreyî û di demeke fireh de were nîşan kirin. Wê demê gellek kes dikarin ji xwe re dersan derxin û li ser bifikirin ka ev çima bû û ev ji bo vî zemanî tê çi mehnê?

Dadgeha li hemberê Anders Behring Breiviks 10 heftîyan girt û qerar wê di 24 ê heyva Tîrmehê de were dîyarkirin. Di nava pêvajoya dadgehkirinê de, di derbarê wezîyeta wi ya psîkolojîk de agahdarîyên ne li hev hatine dayîn. Lê Danîel Poohl li Expo dibêje; qet ferq nake ku ew dînek be, yan jî terorîstekî ku bi îdeolojîya xwe ve hereket dike be.

-Tu dikarî hem dîn bî û hem jî bi îdeolojîyê ve hereket bikî. Yanê eva mimkune. Heger ku dadgeh bêje Breivik mirovekî nexweş e û ewî çi kiribe, ew ne girêdayê bîr û bawerî û îdolojîya wî ye, wê demê eva gellek talûke ye. Lê ji blî vî heger ku ew were ceza kirin jî gere em ne bifikirin ku her kesên dijî bîyanîyanin diçin derva û însanan dikujin. Ji blî îdeolojîya Anders Behring Breiviks, tiştên din hene ku ewî dike qetîlekî.   

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".