Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdîyên li Sûrîyê ne bêalîkarî dimînin

Hat weşandin måndag 23 juli 2012 kl 12.28
Guhdarî bike
(5:38 min)

Hejmara swêdîyên nuha li Sûrîyê ne dora 100 kesî ne, lê bo wan yên nuha dixwazin ji Sûrîyê derkevin nikarin alîkarîyeke mezin ji wezareta karûbarên derve ya Swêdê werbirgin. Rewș zêde dijwar e û hejmara birêketinên balefiran sînor kirî ne, û rewșa karmendên balyozxaneya swêdî li Șamê jî dijwar û bi sînor e.

Claes Jernaeus ji beșê agahdarîyê yê wezareta karûbarê derve dibêje ku karmendên balyozxaneyê nikarin derkevin derveyê Șamê û di rewșeke bi vî awayî de tenê karin agahdarîyan bidin hemwelatîyên swêdî yên nuha li Sûrîyê ne:

- Claes Jernaeus ji wezareta karûbarên derve dibêje ku ji september, meha nehan sala 2011 de me bi zelalî agahdarî daye ku em temînîyê dikin kes neҁe Sûrîyê û ji ber vê amojgarîyê jî me gotibû jî ku em bisînorin ji alîyê pêșkêșkirina alîkarîya pêwîst ve. Alîkarîya em karin bidin ew e ku bi texmîn rewșa li welatî binirxînin, bê ҁawa mirov kare tev gere.

Me agahdarî daye ku divê hemwelatîyên swêdî li Sûrîyê xwe ji herêmên nakokî û bi șerên ҁekdarî dûr kevin. Herweha jî tevlî xwepêșandanan nebin, ne jî meșên veșeratina mirîyan yan kombûnên milet bi awayên cuda. Ji alîyê me de, Claes Jernaeus jî me șîret daye ku wêneyan nekișînin nej î filîmên vîdeoyê li deverên hesas.

Hemwelatîyên swêdî li Sûrîyê divê xwedan pasportên destûrî û durist bin bi vîsa derketina ji welatî da ku karibin ji Sûrîyê derkevin hema derfetekê bibînin.

Sadedin Mele ji encûmena niștîmanî ya kurd li Sûrîyê dibêje ku rewș her ku diҁe xirabtir dibe û ҁûnûhatina navbera bajaran de zehmt bûye. Li gor wî ew yên dixwazin xwe û malbatên xwe biparêzin baștir e di zûtirîn demê de ji Sûrîyê derkevin.

Derbarê hejmara tam ya swêdîyên di halê hazir de li Sûrîyê ne nenaskirîye û zehmet e jî zanebûna wê. Lê Claes Jernaeus ji wezareta karûbarên derve ya swêdî dibêje ku dê di hindirê vê heftîyê de hewil bidin nirxandineke nû ҁêbikin. Li gor bawerîyên wan derbarê dora ҁend sed hemwelatîyekî swêdî ye. Claes Jernaeus careke din:

- Li gor nirxandina me herî dawî kir, di wê demê de 200 swêdî qeyd kirî li Sûrîyê hebûn, lê Jernaeus dibêjek li gor nirxandina me wê demê nêzîka 600 hemwelatîyên swêdî hebûn.

Lê em nuha bawer dikin ku gelek ji wan nuha ji Sûrîyê derketine, hem ji ber rewșa tevlîhev û șerê ҁekdar yê li wê derê li dar e û hem jî ji ber temambûna dibistanê di meha șeșan, Junî de. Îca Claes Jernaeus ji wezareta karûbarê derve ya swêdî bawer dike ku îro bi gelekî kêmtir ji 600 kesî di hundirê Sûrîyê de mane.

Șiyar Alî ji partîya yekîtîya demokratîk PYD, agahdarî rewșa ku li Sûrîyê li dar e û ew dibêje ku ҁûnûhatin zehmet bûye û ew yên dixawzin wekî nimûne ji Șamê derkevin û berê xwe bidin Kurdistanê îro li Șamê asê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".