Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolîna nû ji bo Mirina Dag Hammarsköljd

Publicerat måndag 23 juli 2012 kl 14.34
wêne: scanpix

Mirina serokê Neteweyên Yekgirtî yê berê Dag Hammaskjöld wê ji alîyê komîsyoneke navnetewî ve, car din were  lêkolîn kirin, dibêje Ekot ew jî li gor nivîsarekî di rojnama Ingîlîztanê The Guardian.

Henning Melberg ku berpirsîyarê giştî yê vaqifa Dag Hammarsköljd li Uppsala ye, wê bi alîkarîya gellek hiqukzanên navnetewî, lêkolînekî nû di derbarê mirina Dag Hammarsköljd de bike.

Encama lêkolînê di dû re wê ji Neteweyên Yekgirtî yê re were dayîn û ewê qerar bidin ka lêkolîneke fermî pêwîste yan na.

Mirina Dag Hammarskjöld awha bibû:

Di sala 1961 î de şerekî berfireh li welatê Konkoyê derketibû û herema Katangayê azadîya xwe îlan kiribû. Neteweyên Yekgirtîyê jî qerar dabû kû hêzên çekdar ji bo aştîyê bişîne.

Di 17 û 18 yê şeva heyva ilonê 1961 de Serokê Neteweyên Yekgirtî yê Dag Hammarskjöld jî bo li hevanîne, bi balafirekî diçû bacarê Ndola yê.

Lê belê balafir li ser welatê Zambia yê ket.

Ji wî vir ve, di derbarê vê qezayê de gellek fikir û komplo hatine daxuyankirin. Hinek dibêjin balafireke din lê da û ew ket, hinek jî dibêjin ew ji ber şasîtîyeke teknîkî ketîye.

Lêkolîna ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî yê ve di sala 1962 an de hat kirin tu encamek ray nedabû.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".