Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karolina Klüft beşdarê Olîmpîyatê nabe

Publicerat måndag 23 juli 2012 kl 14.50
Karolina Klüft, wêne: scanpix

Antrenorê Karolina Klûlft ê Oskar Gidwall dibeje ku Karolina nikare here Olîmpîyata li Londrayê. Do ewê li bajarê Finlandîya yê Kuortane antremana xwe ji ber seqetîyêkî di nîvî de hîşt. 

 Oskar Gidwall dibêje; di adeleya hêtê de problemek derketîye û ji ber wî jî ewê antreman di nîvî de hîştîye.

Li gor antrenor heger çiqas seqetî giran nebe jî, ewê qerara xwe daye ku beşdarê Olîmpîyata li Londrayê nebe.

Karolina Klüft ji wan atletê Swêdê yekî sereke ye. Ewê di yarîşa bi navê heft kampê de yariş dikir lê di sala 2008 de dev jê berdabû. Di dewsê de ewê di bilind hilavêjîyê de berdewam dikir.

Karolina Klüft hem di yarişa dinyayê de, hem jî di Olimpîyatê de gellek madalyayên zêr girtine.

Wek Karolina Klüft, Emma Green Tregaro jî, yek ji wan atlêtê ku di bilind hilavêjîyê de yariş dike. Û herwaha ewê jî, ji ber problemeke di nig de antremana xwe di nîvî de hîşt. Lê li gor antrenorê wê ev problemeke cidî nîne, dibêje Radiosporten.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".