Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

UNAIDS Swêdê rexne dike

Hat weşandin tisdag 24 juli 2012 kl 10.28
Li DYA dermanek nû yê bi navê Truvada heye ji bo mirovên ku di grûba rîskê de ne. Foto: Stephen Wandera/Scanpix.

Dezgeha UNAIDS ya NY, ji ber qanûna HIV’ê Swêdê rexne dike. Mecbûriya agahîdana di derbarê nexweṣiyê de karê bergiriya HIV'ê zehmet dike li gorî NY. Swêd di cîhanê de yek ji hiṣktirîn qanûnên HIV heye û li gorî hejmara nexweṣan herî pir mirov ceze kiriye ji ber ku nexweṣî belav kirine. Lê ev qanûndanîna Swêdê peydakirina rêbazên nû yên lênêrîna HIV'ê zehmet dike.

Ya girîng niha ew e ku kesên hiv-posîtîv têkiliyê bi nexweṣgehan re deynin û lênêrîn û agahiyên pêwist wergirin. Lê eger rîska cezagirtinê hebe kêmtir kes serî li nexweṣgehê didin û bi vî awayî nexweṣî bêhtir belav dibe, ṣêwirmenda mafê mirovan ya dezgeha UNAIDS ya NY Susan Timberlake dibêje.

20 000 lêkoler, siyasetmedar û rêxistinên ji tevahiya cîhanê îro li Washingtonê civyane  ji bo ku keṣfên nû yên lêkolînî û pêṣketinên siberojê nîqaṣ bikin.  

Li aliyekî ku pir derfetên tedawiyê peyda dibin, li aliyek din hinek sedemek heye ku karê bergirtina hiv’ê zehmet dike. Ev jî qanûna cezakirina mirovên hiv-pozîtîf e. Ev qanûn dibe sedema ku mirov ji ber zecayê newêrin alîkariyê bixwazin, li gorî UNAIDS.

Li gorî statîstîkên nû yên ji vê dezgeha NY, li bi kêmanî 48 welatên cîhanê, Swêd jî di nav de, mirov hatine cezekirin ji ber ku bêyî ku haya kesê din ji nexweṣiya xwe çêbikin bi wan re ketine têkiliya cinsî yan jî rîsk hebûye ku kesê din bi nexweṣiyê bixînin.

Dezgeha NY UNAIDS, ji ber vê qanûndanîna HIV’ê Swêdê rexne dike. Swêd di cîhanê de yek ji hiṣktirîn qanûnên hiv’ê heye û li gorî hejmara nexweṣan Swêd ji hemû welatên din bêhtir mirov ceze kiriye ji ber ku hiv belav kirine. Lê ev qanûndanîna Swêdê peydakirina rêbazên nû yên lênêrîna hiv zehmet dike li gorî rexnegiran.

Federasyona agahiyên cinsî RFSU, HIV-Sverige, Riksförbundet för hivpositiva i Sverige ya ku federasyona hiv-pozîtîfên Swêdê ye, demek dirêj e ku xeta NY diṣopîne û ew jî ji ber wê ṣertê agahîdanê rexneyan li Swêdê dikin.

Tu lêkolînê nîṣan nedaye ku ev ṣert belavbûna hiv’ê kêm dike. Armanc divê kêmkirina belavbûna hiv’ê be û em bawer nakin ku mecbûriya agahîdanê xizmetê ji vê armancê re dike li gorî seroka RFSU Kristina Ljungros.

- Qanûna agahîdanê bi armanca bergiriya belavbûna nexweṣiyê ye lê bi ya RFSU encam berevajiyê wê ye. Qismen ji ber ku navê hiv-pozîtîfê gelek giran e û gelek kes pêdiviyê dibînin ku nexweṣiya xwe veṣêrin. Ev dike ku pir kes newêrin herin test bibin. Nexweṣiya hiv piraniya caran bêyî ku mirov zanibe ku nexweṣ e derbasî mirovên din dibe Kristina Ljungros dibêje.

Ango ji vê sedemê ye ku NY û RFSU berê rexneyê didin qanûndanîna Swêdê. Li gorî van, tirsa cezewergirtinê dibe sedema ku pir kes naçin xwe test nakin. Li gorî qanûna Swêdê tenê dema teṣîsa nexweṣiya hiv-pozîtîfê heye mirov mecbûr e partnerê xwe yê cinsî ji nexweṣiya xwe agahdar bike. Ev dike ku gelek kes naxwazin agahî ji nexweṣiya xwe hebin. Îcar dermanên pêwist naxwin û kesên din jî bi nexweṣiyê dixin.

RFSU piṣtgiriyê dike li pêṣniyaza qanûndanînê ya dezgeha UNAIDS a NY. Li gorî vê pêṣniyazê tenê yên ku bi zanebûn nexweṣiyê  derbasî hinekan dikin divê bên cezekirin, ne yên din.

- Lê li Swêdê mirov hene ku hatine cezekirin ne ji ber ku nexweṣî belav kirine lê ji ber ku ev rîsk girtine, seroka RFSU Kristina Ljungros bi rexneyî dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".