Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rapora pisporî sîxuriya keṣe piṣtrast dike

Hat weşandin torsdag 26 juli 2012 kl 11.22
Dêra li Burträsk Foto: Linda Carlsson/SR

Keṣeyê swêdî Aleksander Radler ê ku bi sîxuriya Stasyê tê tawanbarkirin, ji derbasbûna xwe poṣman e. Rapora pisporî piṣtrast dike ku sîxurê bi navê ”IM Thomas” keṣe bi xwe ye. Wî di tebeqeya elîtî ya Stasi de cîh digirt û wek bi karê xwe pir girêdayî tê binavkirin. Rojnameya Dagens Nyheter ev agahiyên nû dane ruyê Aleksander Radler û cara yekemîn e ku ew diyar dike ku poṣman e ji ber wan bûyerên ku ew bi wan tê tawanbarkirin. Ew bi rêya peyamekê ji rojnameyê re dide zanîn ku ”pir poṣman e ji ber tiṣtên bûyî”.

- Ev agahî bêhempa ne, em niha li bendê ne ka ew ê bi xwe vê yekê çawa ṣîrove bike. Balkêṣ e gelo ew çima niha poṣman e. Balkêṣ e jî ka ew ê di derbarê wan bûyeran de ji kesên ku lêkolînê dikin re çi behs bike, hiqûqzana metraniya bajarê Luleåyê, Anna Wernqvist dibêje.

Cara yekemîn Radler di sala 1994 de wek sîxurê Stasi ê bi navê ”IM Thomas” hat eṣkerekirin di lêkolînek alman ya li ser xwendekarên alman yên beṣê îlahiyatê û sala 2011 profesor Birgitta Almgren di pirtûka xwe ya bi navê ”ne tenê sîxur” de behsa Radlerî kir, lê wî bi xwe heta niha ew tawanbarî înkar kiriye. Lê piṣtî ku rojnameya Expressen dosyayek di derbarê Stasi û Radler de weṣand, metraniya Luleå bi hevkariya pisporê navneteweyî yê Stasi Helmut Müller Enberg lêkolînek da destpêkirin.

Müller niha bi raporek pisporî ya ku ji 39 rûpelan pêk tê, diyar dike ku ”IM Thomas” di nava sîxurên Stasî de di tebeqeya elîtî de cîh digirt. Dema dîwarê Berlînê hilweṣiya hejmara vê elîtê 3 900 bû ji tevahiya 189 000 sîxurên Stasiyê.

Li gorî raporê, Aleksander Radler ê ku niha ji partiya xrîstiyanên demokrat KD di rêvebiriya ṣaredariya Skellefteå de cîh digire, bîst salan bi awayek sîstematîk di derbarê dêra Swêdê de agahî dane.    

Ew bi giṣtî 25 salan di nava Stasi de xebitî. Dema navincî ya ku sîxurek ji Stasî re kar dikir ṣeṣ-heft sal bû îcar li gorî wê wî demek pir dirêj kar kiriye. Li gorî raporê wî wekî din di derbarê xwendekar û metranên swêdî de agahî didan li ser nêrînên wan li Almanya ya Rojhilat.

- Ew agahî tam çi bûn ne zelal e lê lêkolîna ku niha li arṣîva Stasiyê dibe dikare agahiyên zêdetir bide ji ber ku dema ez li wir bûm wiha diyar bû ku bêhtir agahiyên ku derkevin hene, Anna Wernqvist dibêje.  

Li gorî rojnameya Dagens Nyheter wî dê di derbarê sê metranên swêdî de agahî dabin bi taybetî li ser nêrîna wan ya li Almanya ya Rojhilat. Li gorî belgeyekê wî di derbarê koçberek ji Almanya ya Rojhilat li Uppsalayê de agahî dane ku çawa rêvebiriya torek navneteweyî kiriye ya ku alîkariya mirovan dikir ku ji Almanya ya Rojhilat birevin.

- Ya ku niha tê lêkolînkirin ne dema berî ew bibe keṣe yan jî dema ku wî sîxurî dikir e lê dema piṣtî ku hat eṣkerekirin ku wî ev kar kiriye û înkarkirina wî ya vê yekê ye û ev vê çawa ṣîrove dike, Anna Wernqvist dibêje.

Li gorî dosyaya Stasiyê Aleksander Radler giliyê xwendekarên zanîngeha Jena dikir yên ku di sala 1968 de dixwestin ji Almanya ya Rojhilat birevin. Ji wan xwendekaran ṣeṣ hatin girtin û bi giṣtî hijdeh sal cezayê zîndanê li wan hat birrîn û du ji wan piṣtî ku hatin berdan xwe kuṣtin, lê ew dê ne li Almanya ne li Swêdê bikaribe bê cezekirin, Anna Wernqvist dibêje:

- Ji ber ku tiṣtê ku wî li Almanya ya rojhilat kiriye bi temamî li gorî qanûna wir bû ango li gorî wê wî tu sûcek nekiriye. Li ser pirsa gelo wî li Swêdê tu sûc kiriye jî em nizanin lê em vê dizanin ku doz li wî venebûye û niha jî mesele demmirî bûye, hiqûqzana metraniya bajarê Luleåyê, Anna Wernqvist dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".