Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Isabellah Andersson hêviyek Olîmpiyadê ye

Hat weşandin torsdag 26 juli 2012 kl 17.06
Isabellah Andersson li bajarê xwe Stockholm'ê. Foto: Jonas Ekströmer/Scanpix.

Roja înê Olîmpiyada Havînê destpê dike li London. Madalyagira bronz ya Kupaya Ewrûpa, Isabellah Andersson yek ji atletên Swêdê ye yên ku ṣansê wan yê madalyayê heye. Ew antramana xwe li kolanên biçûk yên Kenyayê dike.  

- Ez ê hemû hêza xwe bi kar bînim li Londonê. Ev cara yekemîn e ku beṣdarî olîmpiyadê dibim û bo çi performansek baṣ nekim? Ez ê her berdewam bim û armanca min a sereke olîmpiyada 2016 e. Lê wek min berê jî got, ez ê hemû ṣiyaniya xwe bixim kar li Londonê, Isabellah Andersson dibêje.  

Ew her roj pir întensîv antraman dike, carê 40 km baz dide ji bo ku bigihêje forma xwe ya herî baṣ. Ew rojê nêzî 3 saetan li kolanên biçûk baz dide. Bi wê re du asîstan hene ku alîkariya wê dikin. Isabellah Andersson naxwaze digel maratonbezên din antraman bike. Ez nizanim yên din çawa antraman dikin û wiha bandora wan li min nabe. Ez tenê hiṣê xwe didim antramana xwe, Isabellah Andersson dibêje:

Isabellah Andersson li gundê Manga li rojavayê Kenya ji dayik bûye. Ew bi Lars Andersson ê ku di heman demê de antronerê wê ye re zewicî ye.  Di sala 2002 de ew bi werziṣvanên rênasînê, bi swêdî orienterare yên swêdî re hevnas bû. Çend salan piṣtre ew hat Swêdê. Li vir wê beṣê xwe yê werziṣê guhert, zewicî û li Swêdê ma. Isabellah Andersson sala 2008 dest bi beza dîstans ango ya dirêj kir û di vî beṣî de serkeftin bi dest xist. Isabella Andersson dibêje haya wê ji hevrikên wê heye lê van rojên antramanê li Kenyayê ew li wan nafikire:

- Ez tenê bala xwe didim antraman xwe. Ez jî antraman dikim, ew jî antraman dikin, çima li wan bifikirim? Ez ê heta ji min bê baz bidim û li Londonê û eleqê min ji yên ku bi min re baz didin nîne, Isabellah Andersson dibêj.   

  

Ew dibêje ku tu pirsgirêk derneketiye û tendurustiya wê jî baṣ e. Heçî xwarin e, Isabellah dibêje ew ji bilî li xwaringehek navdar her cûre xwarin dixwe bi taybetî xwarina kenyayî weke lepeya bi navê ”ugali” û pir sebze:

Ji bilî Isabellah Andersson bi giṣtî 135 werziṣvanên çalak û 9 cîgir dê beṣdarî olîmpiyada li Londonê bibin di 22 beṣên werziṣê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".