Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Romanya roja yekṣemê diçe referandûmê

Hat weşandin fredag 27 juli 2012 kl 12.34
Diruṣmek li ser heykelek Bukarestê. ”Me Basescu navê”. Foto: Catarina Friskman/SR

Roja yekṣemê Romanya diçe referandûmê. Xelkê Romanya dê biryarê bide bê serokdewletê wan ê ku ji wezîfeyê hatiye xistin bila bê dadgehkirin yan na. Serokdewletê raste-muhafezekar Traian Basescu vê meha tîrmehê ji aliyê serokwezîrê sosyaldemokrat Victor Ponta ve ji wezîfeyê hate xistin û ev serê demekê ye ku di navbera herdûyan de ṣerê îktîdarê heye.

- Ev ne tenê meseleyek e ku li Romanyayê heye. Em heman tiṣtî li Macarîstanê jî dibînin ku li wir azadiya çapemeniyê binpê dibe û weke mînak li hejmarek welatên din jî yên yekîtiyê kêmnetewe tên binpêkirin bi ṣêweyek ku qet nayê qebûlkirin. Lê li Romanya rewṣ zû guherî û ya ku rewṣa vî welatî ji yên din cûda dike jî ev e. Weke mînak em dibînin ku hêza dadgeha qanûna bingehî hatiye bi sînorkirin, dozgerê giṣtî, ombudsman, ṣefê buroya dijî gendeliyê û rêvebiriya radyo û televîzyona dewletî, ji wezîfeyê hatine xistin û bi vî awayî sînorek derbas kirine ku ev jî qet nayê qebûlkirin ji bo welatek YE, wezîra karûbarên Ewrûpa, Birgitta Ohlsson di hevpeyvînek di bernameya P1 Morgon ya radyoya Swêdê de dibêje.  

Romanya sala 2007 bû endamê yekîtiyê û hîn wê demê dudiliyek hebû beramber endametiya wê û niha, çend salan piṣtre dema em bala xwe didin pirsgirêkên heyî, gelo yekîtiyê ṣaṣî kir ku hiṣt Romanya bibe endam?

- Niha bo me ne dema derbasbûyî lÊ ya girîng dema bêyî ye, bê wê mafê mirovan çawa bê bicîhanîn. Ji ber ku pirsgirêka me ya sereke niha ew e. Lê eger em vê pirsgirêka ku me îro li Romanyayê heye çareser nekin, herwekî li Macarîstanê, wê demê em dê standartek nebaṣ hebe beramberî welatên ku îro dixwazin bibin endamê yekîtiyê, weke Sirbîstan û çend welatên din ên Balkan. Ji ber vê jî pir girîng e ku em hiṣk bin û encaman bi dest bixin, Birgitta Ohlsson dibêje.

  

Gelo YE nikarîbû rê li pêṣketinên ku îro li romanyayê rû didin bigirta?

- Erê dikarîbû diyalogek baṣtir hebûya. Niha komîsyona YE 10 pêṣniyazên pir zelal pêṣkêṣî Romanya kiriye ku ji niha ve du ji wan bi cîh aniye û nûnerên Romanya hem di axaftinên bi min re û hem ji serokê komîsyonê Barosso re soz dane ku ew dê ṣertan bînin cîh û cidiyeta meselê fêm dikin, Birgitta Ohlsson dibêje.

Lê Ohlsson bi bîr dixe ku mesele ji wiha mezintir e, ku ev jî nîṣaneya wê ye ku em divê pirsa mafên mirovan gelekî cidîtir bigirin dest li Ewrûpa.

Birgitta Ohlsson vê yekê çawa dibîne ku ev rêbazên nedemokratîk ji aliyê hevpîṣeyên partiya wê bixwe, ango yên lîberal tevî sosyalîstan ve tên kirin?

- Gelek nebaṣ e. Vê hefteyê min hevpîṣeyê xwe yê lîberal û wezîrê romanî yê karûbarê Ewrûpa dît û bi awayek pir zelal ji wî re got ku wan sînor derbas kiriye û ev yek qet nayê qebûlkirin. Ev tiṣtê ku îro li Romanyayê dibin divê nebûna li Ewrûpaya sal 2012, Birgitta Ohlsson dibêje.

Birgitta Ohlsson dixwaze ku hemû welatên YE bên lêkolînkirin û di lîsteyekê de bên rêzkirin da diyar be kî di weke mînak mijara mafê mirovan de hêjayî stêrek zêrîn e û kî divê ṣerm bike. Lê ma tiṣtek wiha dê encam bide?

- Belê. Ji ber ku 27 welatên endamên YE demokrasî ne û kesek naxwaze ku di nav yên din de bê reṣkirin. Lê pirsgirêkek heye û ew jî ev e: Yên ku dixwazin beṣdarî yekîtiyê bibin divê krîterên Kopenhagê pêk bînin lê piṣtî ku yek bû endam êdî mekanîzmayek wiha nîne. Îcar ji ber wê jî divê em bikin ku ew ên ku di warê demokrasiyê de kêmaniyan dikin ṣerm bikin, Birgitta Ohlsson dibêje.

Pirs ew e gelo YE dikare çi bike dema ku yek ji welatên endamên yekîtiyê demokrasiyê naynin cîh û mafên mirovan binpê dike. Li beramber welatên ku kêmaniyan dikin divê em ji mieyideyan jî netirsin Birgitta Ohlsson dibêje:

- Weke mînak mieyîdeyên aborî, weke mînak piṣtgiriya çandiniyê, ya hêrêman, lê herwiha jî mieyîdeyên siyasî, weke mînak wendakirina mafê xwe yê dengdayînê, Birgitta Ohlsson dibêje.

Baṣ e eger roja yekṣemê biryara dadgehkirina serokdewletê ji wezîfeyê hatiye xistin bê dayî, hikûmeta Swêd dê çi bike?

- Bêgûman hikûmeta Swêdê divê biryarek wiha ṣermezar bik, wezîra karûbarên YE Birgitta Ohlsson dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".