Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yasaya par ve kirina xwelîyê mirîyan sert e

Hat weşandin måndag 30 juli 2012 kl 17.09
Wëne: Bertil Ericson / SCANPIX

Malbatên li Swêdê yên dixwazin xwelîya mirîyên xwe par ve kin dema kesek ji malbatê dimire divê ji birêveberîya herêmê daxwaz bike. Li gor rewșa îro, tenê mafê par ve kirinê bo hindû û budîyan heye. Du malbatê swêdî-japonî daxwaza par ve kirina xwelîya mirîyên xwe kirine, tenê ji yekî ji wan re hate qebûl kirin ku beșek ji xwelîyê bo Japonîya bișînin.

Lê bo Ken Hakata yê jê re hate qebûl kirin ku xwelîya bavê xwe yê mirî par ve bike, bersivdana negatîv ya dezgehê neheq e.

-Tenê dayika min li Swêdê ye, xizm û merivên me li Jaopnîya ne.

Ken Hakata li Swêdê ji dayik bûye, lê dêûbavê wî ji Japonîyayê ne. Dema bavê wî par ji nișka ve mir merivên wan li Japonîya nizanîbûn jî ku nexweș bû.

-Ji ber ku bavê min ji me re negotîbû dixawze li ku deverê bên veșartin, me jî nizanîbû eger em wî li Swêdê yan jî li Japonîya yê veșêrin. Ji ber vê dudilîyê me baștir dît ku em xwelîya wî par ve bikin û du cîyan bo bîranîna wî saz bikin.

Hakata dibêje, me terimșewitandin hilbijart û me got dê hesanî be em par ve bikin û beșekî jê bibin Japonîya yê, lê ne wisa hesan bû.

Benda 31 di yasaya binaxkirinê ya swêdî de dibêje ku tenê di rewșa peydabûna sebebên zêde giring de par ve kirina xwelîyê qebûl e.

Lê bo Ken Hakata û dayika wî par ve kirina xwelîya bavî ne zêde girêdayî ola wan e. Ken dibêje ez tênagihêjim ҁima dezgehën swêdî zêde giranîyê datînin ser pirsa olê. Malbat bi xwe divê karibin birîyarê bidin.

Birêveberîya herêma Stockholmê pêșî ji malbata wî agahdarîyê tekmîlî xwestin. Lê diyare ya wan da destê dezgehê ne têr bû, li gor Ken Hakata.

Berîya deh salan li ba birêveberîya herêma Stockholmê dora pênc daxwaznameyên par ve kirina xwelîyê hebû. Nuha, deh sal derengtir dora 12 daxawznameyan ba wan heye.

Di nav belgeyan de gelek navên hindî hene, hindûyên dixawzin xwelîya mirîyên xwe di ҁemê Ganges yê pîroz de belav bikin. Hem hindû û hem jî bûdî di tekmîleyeke yasayî de tên ziman, ji wan re ji ber sebebên olî, par ve kirin tên qebûl kirin.

Keșe Arne Wikström behsa giringîya rêz lêgirtina bo mirîyan ba japonîyan dike û dibêje:

-Bo japonîyan yên mirî gelekî giringin. Mirov kare bêje ku ew bi mirîyan re di gelekê salan de dijîn. Ew xwelîya wan di malê de dihêlin pêșî û pișt re di perestgehekê de tên veșartin.

Arne Wikström di 16 salan de li Japonîyayê kar kirîye û nimêjên bibîranînê hem bi swêdî û hem jî bi japonî li dar xistîye. Bo Wikström ev yasaya Swêdî tiștekî nû ye û berîya nuha pê nehesîya ye.

Ev yasa sebebên ҁandî û adetî li ber ҁav nagire, wisa diyare ku tenê sebebên olî yên herî giringin. Yasaya swêdî ya di derbarê par ve kirina xwelîya mirîyan  berîya ҁendekê dîsan aktuel bû dema malbateke swêdî-amerîkî daxawza par ve kirinê kiribûn û ji wan re nehat qebûl kirin.

Tu sebebên wan yên olî nebûn lê di dadgeha birêvebirinê de ji ber teknîkalîteteyê bi ser ketin. Berdevikê malbatê Birger Signäs zêde rexnedarë vê ysayê ye:

-Ew dibêjin ku divê ser bawerîyeke bi hêz ya olî be û li gor min bi xwe, Signäs dibêje, divê ev yeka ji dadgeheke swêdî neye di welatekî xwedan azadîya olî de, ku binirxînin bê bawerîya kê ya olî bi hêz yan ne bihêz e.

Li gor dîtina min ev ber li mafê hemwelatîyan digire di welatekî têde serbestîya olî heye.

Bo malbata û kes û karên yê mirî, wekî bo malbata Hakatan ev yasaye ecêb û nayê fêhm kirin. Ken Hakata dibêje ku malbata wan li Japonîyayê li Swêdê û yasayên wê ecêbmayï mabûn û hem ew jî rexnedarê yasayê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".