Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaîdeyên nû ji bo rêxistinên ciwanan

Hat weşandin tisdag 31 juli 2012 kl 12.29
Bi qaîdeyên îlonê re hin rêxistin kar hinek zerarê dikin. Foto: Ida Rådström /SR

Qaîdeyên dana alîkarîya dewletê ji bo rêxistinên ciwanan tê guhertin. Ji 2013ê û pê de standina alîkarîyê wê ne girêdayî hejmara endamên rêxistinan yan hebûna rêxistinên herêmî be. Guhertina qaîdeyê wê feydê bide rêxistinên piçûk, dibêje Lena Hallberg ji Rêvebiriya Ciwanan (Ungdomsstyrelsen).

- Yên herî kêfxweş rêxistinên xwedan 1000-3000 endam in. Berya niha tenê alîkarîya sabit ji wan re dihat.

Bi vê guhertinê re hemû rêxistinê ciwanan bê ku li mezinahîya wan bê nêrîn wê salê 350 hezar kron wergirin. Ew ê herwiha alîkarîya nesabit jî bistînin. Şert berê ew bû ku 3000 endamên rêxistinê hebin.

Heçî nisbeta alîkarîya dewletê ye ew wek xwe, 250 mîlyon dimîne. Loma yên ku dixisirin rêxistinê ciwanan yên mezin in.

Qaîdeyên nû dê ji îlonê û pê de derbas bibin û bi van qaîdeyan re şertên endaman jî tên jidandin. Ji %60ê endaman divê di navbera 6-25 salî de bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".