Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ENERJÎ

Reaktorên nukleerî tên nûkirin

Hat weşandin tisdag 31 juli 2012 kl 12.57
Berpirsê giştî yê Vattenfall Öystein Löseth. Foto: Janerik Henriksson/Scanpix.

Şîrketa Vattenfall biryar girtîye ku daxwaza nûkirina yek yan du reaktorên kevin yên hêza nukleerî bike. Serokê Partîya Gel Jan Björklund ji biryarê memnûn e û dibêje ev hem ji bo Swêdê hem ji bo avûhewayê gaveke bi xêr e. Tu gumana Björklund nîne ku daxwaza Vattenfall neyê pejirandin:

 - 10-20 salên bên em ê mecbûr bimînin ku deh reaktorên ku vêga hene em bigirin, ji ber ku ew kevin dibin. Nîvê elektrîka me ji van reaktoran tê, lewra pêwiste reaktorên nû bêne çêkirin da ku Swêd muhtacê gaza rûsî û kûmira almanî nebe.

Jan Björklund daxwaza Vattenfall ya reaktoran ku niha kirîye di pêvajoya nûkirina reaktoran de weke destpêk dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".