Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
TAWANKARÎ

NÛ: Li "serokê Tora Södertälje” cezayê miebed hat birîn

Hat weşandin onsdag 1 augusti 2012 kl 14.34
Ji bo Tora Södertälje pêl girafîkê bike. Grafik: Martin Thelander/Sveriges Radio

Hukmê dadgeha destpêkê ya doza bi navê Tora Södertälje – Södertäljenätverket îro hat dayîn. Kesê ku wekî serokê komê dihate destnîşankirin cezayê miebed di zindanê de lê hat birîn. Gelek endamên din yê torê cezayên giran xwarin. Parêzerê serokê komê dibêje ew ê biryarê îtiraz bikin.

Doza ku bi giştî 20 kes tê de têne tawanbarkirin wekî yekem mihakemeya mafîya li Swêd tê naskirin. Kesên girtî bi kuştin, lêsorkirina kuştinê, revandin û şantajê tên gunehbarkirin.

Hinek ji gumanbaran ev nêzîkê du salan e ku di bin çavan de ne û tên tewqîfkirin. Di vê demê de, ji bilî parêzêr, polîs û dozger destûr nehatîye dayîn ku ew bi kesekî din re biaxivin.

Ji nav van bîst kesên şikbar dozger herî zêde li ser du kesan dirawestîya. Yek ji wan yê ku wekî serokê komê dihate destnîşankirin û yê din pismamê wî ye.

Piştî doza Palme ev mihakema herî mezin di dîroka Swêdê de ye. Tenê pêşlêkolîna dozê 18 000 rûpel e û heta niha nêzîkê 70 mîlyon kron li mesrefa avûkatan çûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".