Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vinnova jî ji kîsê dewletê dixwe û vedixwe

Hat weşandin onsdag 1 augusti 2012 kl 13.03
Annie Lööf gazî birêvebirên dezgehan kir. Foto: Scanpix

Meqamekî din yê resmî ji kîsê dewletê, bi pereyên zekatê kêfa xwe kirîye. Vê agahîyê rojnameya Dagens Nyheter îro eşkere dike.

Dezgeha Vinnova, ku 200 karker lê dixebitin par nêzîkê sê milyon kron li çalakîyên bi navê konferansan xerc kirîye. Di bin navê semîner û konferans de wan li Otêla Grand şerab ceribandine û şîv xwarine.

Li ser eşkerebûna van sextekarîyan Wezîra Sanayîyê Annie Lööf gazî hemû rêvebirên meqamên resmî dike. Marita Ljung sekretera dewletê ye:

- Wezîra Sanayîyê îro ez wezîfedar kirim ku ez rêvebirên giştî û serokên hemû dezgehên fermî li hev bicivînim da ku ew bên ser hişê xwe. Em dixwazin zanibin bê ew ê çi tedbîran bigirin, dibêje Marita Ljung ji Wezareta Sanayîyê.

Di destpêka hefteyê de derketibû holê ku Dezgeha Geşepêdanê – Tillväxtverket di nava sal û nîvê de zêdeyî heft mîlyon kron li xwarin û vexwarinê xerc kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".