Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hemwelatîyên swêdî li Sûrî asê mane

Hat weşandin onsdag 1 augusti 2012 kl 15.18
Boykotên nû hember Sûrî trafîka balefiran rawestandîye.
(6:53 min)
Wëne: Bassem Tellawi/Scanpix.

Piștî bi cî kirina boykotên aborî yên nû ji alîyê yekîtîtya ewrûpayê ve hember Sûrî, zerar li bi sedan swêdîyên ku nuha li Sûrîyê ne bûye. Ji doh ve ҁûnûhatina balefiran di navbera Sûrîyê û welatên endam de rawestîya ye. Xalis Ehmed yê nuha li Qamișlo ye, nîv saetê berîya balfira wî rabe bi rawestandina ҁûnûhatina balefiran agahdar bû.

Șirketa balefiran ya sûrî yek ji sê șirketên zerara van bojkotên nû li wan bûye. Derbarê hejmara tam ya swêdîyên di halê hazir de li Sûrîyê ne nenaskirîye û zehmet e jî zanebûna wê.

Lê wezareta karûbarê dervê ya Swêdê texmîn dike ku ta 600 hemwelatîyên swêdî li Sûrîyê ne. Lê li gor amadekarê seferên bo Sûrîyê, Jack Yousef hejmar ji wisa bêhtir e. Ew texmîn dike ku ta 1000 hemwelatîyên swêdî jî li wê derê hene. Bêhtirê wan bo seredana xizm û merivan ҁûne Sûrîyê û nuha rewșa vegera wan bo Swêdê bi zehmet bûye.

Wezareta karûbarê derve ya swêdî ji par ve amojgarî dane ku kesek neҁe Sûrî, lê li gor bîroyên ger û seferan û rêwîyên swêdî li Sûrîyê tu hișiyarîyên derbarê bi cî kirina van boykotên nû negiheștîye wan û ku ҁûnûhatina balefiran bo Sûrî û ji Sûrî dê bisekine.

Ta nuha tu planên wezareta karûbarê derve tune ne ku hemwelatîyên swêdî bi awayekî ji Sûrîyê derxin, ev li gor șefê agahdarîyê Anders Jörle:

-Me berîya nuha jî gotîye ku nabe kesek sefer bike bo Sûrî û me tu planên taybetî bo vegerandina wan bo Swêdê amade ne kirîye. Ji ber vê yekê me temî kirinên ger û seferan heye. Ji ber ku ji me re bi zehmet e, hema bi carekê re nemumkine em alîkarîyê pêșkêșî wan bikin.

Xalis Ehmed yê xwedan rûniștina karî ye li Swêdê û nuha li Qamișlo asê ma ye, dibêje ku rêyên derketinê ji Sûrîyê bi tirsin bi taybetî bo rewșa wî, bi malbat û zarok.

Rewș li Sûrîyê zêde dijwar e û karmendên balyozxaneya swêdî li Șamê sînor kirî ne. Claes Jernaeus ji beșê agahdarîyê yê wezareta karûbarê derve dibêje ku karmendên balyozxaneyê nikarin derkevin derveyê Șamê û di rewșeke bi vî awayî de tenê karin agahdarîyan bidin hemwelatîyên swêdî yên nuha li Sûrî ne:

-Jernaeus dibêje ku ji september, meha nehan sala 2011 de me bi zelalî agahdarî daye ku em temînîyê dikin kes neҁe Sûrîyê û ji ber vê amojgarîyê jî me gotibû jî ku em bisînorin ji alîyê pêșkêșkirina alîkarîya pêwîst ve. Alîkarîya em karin bidin ew e ku bi texmîn rewșa li welatî binirxînin, bê ҁawa mirov kare tev gere.

Me agahdarî daye ku divê hemwelatîyên swêdî li Sûrîyê xwe ji herêmên nakokî û bi șerên ҁekdarî dûr kevin. Herweha jî tevlî xwepêșandanan nebin, ne jî meșên veșeratina mirîyan yan kombûnên milet bi awayên cuda. Ji alîyê me de, Claes Jernaeus dibêje  me șîret jî daye ku wêneyan nekișînin ne  jî filîmên vîdeoyê li deverên hesas.

Hemwelatîyên swêdî li Sûrîyê divê xwedan pasportên destûrî û durist bin bi vîsa derketina ji welatî da ku karibin ji Sûrîyê derkevin hema derfetekê bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".