Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
BAZIRGANÎ

Îtxala kêvjalên avî tê qedexekirin

Hat weşandin torsdag 2 augusti 2012 kl 10.37
Foto: Pat Wellenbach/Scanpix

Hikûmet dixwaze îtxal û firotina îstakoz, ango kêvjalê avî yên amerîkî rawestîne. Sedem ew e ku gelek caran îstakoz direvin û ew di ava navbera Swêd û Norvêc de têne dîtin. Bi bawerîya wezîra avûhewayê Lena Ek ev yek tesîrê li hejmara îstakozan dike.

Lena Ek hêvîdar e ku ji havîna bê û pê de biryara qedexekirina îtxalê bikeve dewrê. Di destpêkê de pêşnîyaza qanûnê wê ji alîyê hikûmetê ve bê amadekirin, paşê ew ê ji komîsyona YE û Rêxistina Bazirganîya Cîhanî, WTO re bê şandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".