Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ABORÎ

IMF Swêd rexne dike

Hat weşandin torsdag 2 augusti 2012 kl 13.06

Swêd kêm pereyan xerc dike. Ev agahî ji raporeke Fonda Navnetewî ya Pereyan, IMF dîyar dibe.

IMF di rapora xwe de li ser 28 dewletên ku jêzêdeyîya wan bilind e lêkolîn kirîye. Yanî ew welatên ku firotina wan ya derve ji kirîna wan bêhtir e. Di nav van welatan de Swêd piştî Malaysiya, Almanya û Sîngapor di rêza çarê de cî digre.

Dema mirov ji kirînê bêhtir difiroşe derveyî welêt, ew herwiha tê wê wateyê ku mirov ji serfkarîya xwe bêhtir çêdike. Encama ku ji vê derdieve ew e ku mirov dide alîyekî, ango teserif dike. Û ji ber vê teserifê Swêd ji alîyê IMF ve tê rexnekirin.

Li gor IMF kirina Swêd tesîreke neyênî hem li dengeyên aborîya cîhanî hem jî kirîza heyî dike.

Jêzêdeyîya Swêd ji %7ê Hatinîya Netewî ya Nesafî, BNPya wê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".