Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kofi Annan dest ji navberîkirinê berda

Hat weşandin fredag 3 augusti 2012 kl 10.44
Foto: Martial Trezzini/Scanpix.

Kofi Annan doh dest ji wezîfeya navberîkirina navbera Neteweyên yekgirtî û yekîtîya welatên ereb di șerê li Sûrîyê de berda. Ev biryar bi gelek welatan mixabineke mezin e. Li gor wezîrê karûbarê derve yê Swêdê Carl Bildt wezîfeya Annan êdî nemumkin bûbû.

-Kofi Anna dibêje di rewșek wisa de, ya têde miletê Sûrîyê bêҁarin û bi pêwîstîya tedbîran e konseya ewleyîyê her berdewam e bi gilî û sûcdarî kirina hev.

Birêvebirîya Çînê di daxwîyanîyekê de dibêjin ku ew ji zehmetîya karê navcîkirina Kofi Annan têdigihêjin û rêzê bo biryara wî digirin û serokê Rûsîya Vladimir Putin biryara wî mixabin dîbîne.

Herweha șefa karûbarê dervê ya yekîtîya ewrûpayê, Catherine Ashton bi biryara Annan xemgîn bû û got ku neteweyên yekgirtî û yekîtîya welatên ereb divê ji nuha ve cêgirekî bo Kofi Annan hilbijêrin. Ji nîsanê de Annan hewil daye ku alîyên sûrî li gor plana aștîyê di șeș xalên ku wî amade kirîye de, planê bibin serî.

Lê dema Annan doh ragihand ku ew dê des tji wezîfeya xwe berde serê meha bê, her rexnedarê nelihevbûna konseya ewleyî ya neteweyên yekgirtî bû di derbarê Sûrîyê de. Wezîrê karûbarê derve yê Swêdê Carl Bildt peyitand ku herҁend jihevbelavbûn di konseya ewleyîyê de hebe wezîfeya Kofi Annan di rastîyê de nemumkin e pêk bê:

-Carl Bildt dibêje hêvîyeke biҁûk mirov kare hebe nuha ew e ku konseya ewleyîyê giringîya vê rewșa cidî di peyama wî de bibînin di vê meha mayî de bi Annan re. Lê mixabin, Bildt dibêje, ez nîșanên pir lawaz bo vê yekê dibînim.

Çîn û Rûsîya ta nuha veto hember sê daxwîyanîyên konseya ewleyîyê ya neteweyên yekgirtî derbarê Sûrîyê dane. Û Bildt mixabin dibîne ku Rûsîya bi ҁavekî din li rewșê dinere danberhev bi dîtinên Swêd û yekîtîya ewrûpayê re:

-Rûsîya ji rewșa li pêșîya me de bitirsin, ji terorîsmê û fundamentalîsmê ango binyatgirê olî ya kare di Sûrîyê de bipêșkeve, lê ihtîmala ku ev yeka bibe mezin tir e eger em pêvajoyeke siyasî pêk neynin. Derbarê rewșa li Sûrîyê û eger bașîyên xwe hebin ku ew bi qeder û ҁarenivîsa xwe re bimînin bêyî tevlîbûneke neteweyên yekgirtî, wezîrê kar û barê derve Carl Bildt tu bașîyan bi vê yekê nabîne:

-Em nikarin rewșê bo qederê bihêlin, ji ber ev bi me ve jî girêdayî ye. Me wekî nimûne nuha bêhtirî 100 000 penaberên ji Sûrîyê tenê li Urdunê hene. Me dora du milyon kes ku diwelatê xew de penaberin hene. Bildt dibêje, îca ev yeka dê di pêștir de bibe trajêdîyeke mirovî ya dê bi bandor be ser pêșketina di temamê herêmê de.

Civata giștî ya neteweyên yekgirtî jî negiheștine ser daxwiyanîyeke yekdeng derbarê Sûrîyê li hev nekirine. Daxwîyanîyeke ku hemû welatên ereb ser wê yekbin, bi armanca ku serokê Sûrîyê Bashar Al Assad ji serokatîyê bixînin. Civata giștî ya netewyên yekgirtî dê êvarî careke din ser vê pirsê rawestin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".