Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lööf dixwaze qaîdeyên xwîndêrên homoseksuel rake

Hat weşandin fredag 3 augusti 2012 kl 11.49
Seroka Partîya Navend Annie Lööf. FOTO: Scanpix

Partîya Navendê (Centerpartiet) dixwaze qaîdeyên xwîndanê yên ku ji bo mêrên homoseksuel hene bên guhertin.

Halê hazir ji bo ku mêrekî homoseksuel bikaribe xwînê bide şert e ku ew salekê bi mêrekî din re nerazabe û bi mêran re neketibe têkilîya cinsî. Seroka Partîya Navendê Annie Lööf qaîdeyan wekî dîskrîmînasyon dibîne.

-       Partîya Navendê dixwaze şertê zigurdîyê, yan xwevegirtina ji seksê ji bo zilamên homoseksuel rake. Di şûna wê de, bê ku mirov binêre bê kesek homo- yan heteroseksuel e em dixwazin giranîyê bidine ser hemû reftarên di xeterê de.

Lê ev pêşnîyaza Annie Lööf bi serê Federasyona mafê HBTyîyan RFSL nakeve.

Rêxistina mafê homoseksuelan balê dikişîne ser wergirtina vîrusa HIV ku di nav mêrên homoseksuel de ji %80 bilindtir e. Û radigihîne ku  sedemên xurt ji alîyê tendurustîyê ve hene ku divê berçav bên girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".