Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Merivên qurbanan daxwaza ronîkirinê dikin

Hat weşandin måndag 6 augusti 2012 kl 10.40
Thomas Quick, yê nuha Sture Bergwall e. Wêne: Yvonne Åsell/Scanpix.

Kes û karên Johan Asplund û Charles Zelmanovits dixwazin komîsyoneke serbixwe li riswabûna hiqûqî û tenduristî ya derbarê Thomas Quick, wekî ew lê dinerin, lêkolîn bike.

Nuha û piștî sêzdeh salan ji dema ku Johan, kurê yanzdeh salî yê Björn Asplund ji malê wenda bû li Sundsvall, Thomas Quick eșkere kir ku wî Johan kuștîye.

Quick, yê navê xwe kirîye Sture Bergwall, di salên 1994 ta 2001 de bi tawan heșt kuștinan hate mehkûm kirin lê piștre bo sê ji wan bêtawan hate nasîn û yek ji wan derbarê Johan Asplund bû.

Bavê Johan Asplund, Björn Asplund rexnedarê vê pêvajoyê ye:

-Tiștê ku bû derbas bû û mirov nikare biguhere lê mirov kare bike ku careke din dubare nebe, ew jî bi sazkirina komîsyoneke pêkhatî ji hemû alîyan ve ya kare li vê yekê binere û bi duristî eșkere bike bo ku her beșek bi berpirsîyarîya xwe rabe.

Björn Asplund yasayeke taybetî derbarê vê yekê pêwîst dibîne. Ji bilî Asplund, li gor rojnameya Svenska Dagbladet merivekî qurbanekî din daxwaza lêkolînekê ronîkirina rewșa derbarê Thomas Quick dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".