Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Baștirkirina warê ҁandî karên zêde neda

Hat weşandin måndag 6 augusti 2012 kl 11.30

Hewildana geșekirinê ya hukûmetê, bi navê Kulturarvslyftet, ango baștirkirina warê mîrasê ҁandî, dê îsal kar bide 1200 bêkarên demdirêj di warê ҁandê de. Lê ev geșekirin baș naҁe wekî dihat bawerî kirin. Piștî derbasbûna nîvalê ҁare û tedbîrên bo dîgîtalîsekirinê û lênerîna mîrasê ҁandî bi awayên cuda tenê 50 ciyên karî dane, ya dibe % 4 ji armanca destpêkî.

Astengîyek ew e ku rêxistinên dilxwaz û îdeel û herweha dezgehên cuda yên bi pêwîstîya pêkanîna projeyan ne, ji wan naye ku beșdarî fînansekirinên pêwîst bin.

Hukûmet bi xwe 800 milyon kron danîye ser baștirkirina mîrasa ҁandî. Lê ta nuha tenê beșekî biҁûk ji van milyonan hatîye bikaranîn. Tenê 700 000 ji temamê 800 milyonî.

Lê li wezareta pirsên ҁandî, hîna ji vê geșekirinê bi hêvî ne û dibêjin ku di halê hazir de tu planê guhertina fînansekirina vê geșekirinê ba wan tune ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".