Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Erdhejê xelk ji xew şîyar kir

Hat weşandin måndag 6 augusti 2012 kl 13.34
Bajarê nêzîkê erdhejê Halmstad bû. Foto:Scanpix

Îro saet derdorê 5ê sibê di deryaya navbera Swêd û Danmarkê de erdhejek pêk hat. Navenda bilindahîya erdheja ku hêza wê 4,4 bû şeş mîlan dûrî bajarê Halmstadê bû. Tesîra erdhejê herî zêde da herêmên Skåne û Halland.

Gelek kesên li herêmê dîyar dikin ku erdhejê ew ji xew şîyar kirine û ew tirsîyan e. Pispor radigihînin ku xetera erdhejên nû heye, lê eger bibin jî ew ê piçûk bin.

Erdhejê Britt Marie Lindqvist ya li Varberg tirsandî ye.

-      Textê min hejîya, ez tirsîyam. Em ber bi derve bezîyan û me mêzekir bê tiştek li der heye yan na, lê me tiştek nedît.

Margareta Danielsson nişteciha Haverdal ya girêdayî Halmstadê jî bi dengê erdhejê şîyar bûye:

-      Min dengek bihîst û ji min wê bû ew vedana birûskan bû. Piştre dengê şeqeşeqê sekinî û  xanî hejîya. Ez rabûm li ser textê razanê rûniştim û min meraq kir bê çi diqewime.

Margareta pêşî fêm nekiriye ku erd diheje û ew texmîn dike ku otobusekê li xanîyê wan xistîye, yan teqînekê rûdaye.

Keseke din ku erdhejê ew ji xew şîyar kirîye û tirsandîye Lena ye.

-      Textê min yê razanê hejîya, eyn wekî ku bi wê de biçe. Zehmete ez îfade bikim, lê wekî ku bigere.Ji min wê bû tiştekî din e. Destpêkê min got belkî kamyoneke, lê wext bêhtir derbas bû û min guman kir ku tiştekî din e.

Hem polîs hem jî xebatkarên rizgarkirinê radigihînin ku ji Halland û Skåne xelk li wan gerîyane û gotine ew bi erdhejê hesîyane, lê heta niha agahîyên tu birîndaran nehatîye û kes ji ber erdhejê neçûye nexweşxaneyan.

Zelzeleyên bi vê hêzê, kêm caran, serê 10 salan carekê li Swêdê rûdidin.

Zanyarê erdhejîyê sîsmolog Reynir Bödvardsson ji Zanîngeha Uppsala radigihîne ku ji ber tesîra vê zelzelê niha erdhejên din jî dikarin rûbidin, lê ew ê nemezin bin û Bödvardsson bawer nake ku mirov bi wan jî bihese.

Herçend erdhej surprîzeke nexweşe jî tiştekî mirov jê bitirse nîne, dibêje zanyarê erdhejîyê, sîsmolog Reynir Bödvarsson li Zanîngeha Uppsala:

-      Zelzelê dûrî erd û bajaran li deryayê xistîye. Erê li gorî rewşê ji bo me lerzeke mezin e lê ne erdhejeke bi xeter e. Bi lerzeke wiha tu zerar nagihe xanî û avahîyan, dibêje zanyarê erdhejan Reynir Bödvardsson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".