Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sira xanîyan bo xwendevanan dirêjtir bûye

Hat weşandin måndag 6 augusti 2012 kl 12.36
Wêne: Gerhard Stenlund

Heftîya dawî di meha heștan de SFS, yekîtîya xwendevanên Swêdê dê rapora xwe ya salan e ya xanîyan û rewșa cîyê manê bo xwendevanan pêșkêș bike. Li gor ragihandinên TT, bîroya rojnameyan ya nûҁeyan, kêmbûna xanîyan di bajarên herî mezin yên xwendinê de ber bi demsala payizê de mezin e.

Wekî nimûne, li Stockholmê rewș ji berîya nuha xirabtir e. Herî normal du salan di sirê de dikișîne ta xwendevanek odeyekê xwendevanîyê werdigire.

Berîya pênc salan tenê sê mehan bo wergirtina odeyekê dirêj dikir. Rewșa bajarên wekî Uppsala û Göteborg jî ne dûr e ji ya li Stockholmê, lê li Linköping wekî nimûne, 6-8 mehan dikișîne ta odeyek di avahîya xwendevanan de bi dest tên xistin. Rapora xanîyan ya SFS dê 23 meha heștan, augustî, bên pêșkêș kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".