Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piștî eșkere kirinan dest ji wezîfeyê berdide

Hat weşandin måndag 6 augusti 2012 kl 16.29
Birêvebira giștî ya dezgeha geșepêdanê Christina Lugnet. Wêne: Erik Mårtensson /Scanpix

Birêvebira giștî ya dezgeha geșepêdanê, Christina Lugnet dest ji wezîfeya xwe berdide piștî eșkere kirinên heftîyên dawî derbarê sextekarî û serifkirina pereyên zêde ser nûnerayetîya navxweyî.

Lugnet tûșî rexneyên giran bû ji ber serifkirina luks ya dezgeh kiribû, ya ji alîyê rojnaneya Dagens Nyheter ve hate eșkere kirin.

Di eșkerekirina wan de diyar bû ku dezgeh konferans û civînên navxweyî li Grand Hotel û deverên din yên luks li dar xistibûn. Û ҁendîn car jî li dijî yasayên dezgehê yên derbarê nûnerayetîyê kar kirine, dema bazar nekirin û deverên herî buha hilbijartin.

Li gor lêhûrnerînan, dezgeha geșepêdanê ji 2010 de 7,5 milyon kron ser semîner û nûnerayetîyê serif kirine, ji bilî wan 9 milyon kron ser perwerdeyên navxweyî û konferansên cuda danîne. Pereyên bacê ser xwaringeh, ahangên giran û ҁalakîyên mîna tamkirina șoklad ҁûne.

Christina Lugnet yekê nîsana 2009 bû birêvebira giștî ya dezgehê. Ew li Haparanda dijî û berîya nuha di pênc salan de birêvebira șaredarîyê bû.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".