Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolînkirina tawanên înternetê hîna dijwar e

Hat weşandin tisdag 7 augusti 2012 kl 13.48
Sûcên ser înternetê
(5:56 min)
Foto: Anders Wiklund/Scanpix

Îsal biharê, piştî gotûbêjên dirêj û tund parlamentoya Swêdê emirnameya tomarkirina agahîyên ser înternetê pejirandibû. Mebesta emirnamê ew bû ku karê polîs yê şopandina sûcên ser înternetê hêsan bike. Lê niha dîyar dibe ku hîna astengên mezin hene.

Sedemek girîng ew e ku tu peymanên navnetewî nînin ku polîs agahîyên tomarkirî ji serverên ku li dewletên din bicîkirîne bixwaze, dibêje Anders Ahlqvist ji Polîsê Giştî yê Tawanan (Rikskriminalpolisen)

-         Qanûna hatî danîn netewî ye, lê heçî înternete hemû xebata wê navnetewî ye. Ev jî helbet bi xwe re pirsgirêkan  diafirîne.  Carê agahî li Swêd di harddîskekî de bûn, mirov ew desteser dikir, lê niha agahî di serveran de ye û mirov baş nizane bê server li kîjan qitaya cîhanê ye.

Ev gotinên Anders Ahlqvist ji Polîsê Giştî yê Tawanan (Rikskriminalpolisen) e.

Li gor Ahlqvist sedema ku polîs di pêvajoya safîkirina sûcên ku li ser înternetê rûdidin de dijwarîyan dibîne ew e ku tu peymanên navnetewî nînin da polîs agahîyên tomarkirî ji serverên ku li dewletên din bicîkirîne bixwaze.

Lê ev nayê wê maneyê ku qet hevkarîyek navnetewî nîne. Hevkarîyek heye, lê ew bi dijwarî kar dike.

Eger tawan pir giran be, bo nimûne di dozê de kuştin hebe polîsê swêdî dikare ji dadgehên amerîkî alîkarîyê wergire. Wekî mînak nivîsandinên e-nameyan (mailan), wêneyên di hesabê Twitter, Google yan Facebookê de ku piranîya wan şîrketên amerîkî ne.

Astengîya ku di van halan de derdikeve pir caran pirsgirêka wext e. Heta ku e-name tê şopandin, yan wêne tê peydakirin demek dirêj derbas dibe. Û li gor qaîdeya tomarkirina agahîyên înternetê agahîyên ji şeş mihan kevintir divê nemînin.

-         Du, sê mih diçin heta ku mirov ji Amerîka daxwaza alîkarîya hiqûqî dike. Ev nîvê wext şewitî. Û herkesê ku bi van karan re mijûl e dizane ku sê mih ji bo safîkirina dozekê û bi sîstematîk pêşdarîkirina wê re gelek kêm e û têr nake, dibêje Anders Ahlqvist ji Rikskriminalpolisen.

Di vê navberê de gelek caran belgeyên ku ji alîyê polîs tên xwestin nayên. Yan agahî ewqas bi derengî dikevin ku doz bi giştî tê daxistin bê ku mirov gihabe encamekê.

Ya rastî, rêyeke din heye ku mirov nepêwist be bimîne li benda dadgehên welatên der. Eger polîs bi xwe bikeve hesabê kesên gumanbar, ji wir axavtin û wêneyan bîne dikare lezê bide pêvajoyê.

Ji ber ku gelek caran dema polîs komputera kesekî gumanbar desteser dike mecala polîs heye têkeve hesabê wan yê înternetê, lê ne peymanên YE ne jî qanûna swêdê destûra vê yekê nade.

Baş e naxwe polîs dikare çi bike?

Li gor dazanînên Urban Swahn, ku li Göteborg polîs e, dema komputerek tê cem wan ew wêneyekî nava wê digrin,  ango gişt agahîyên tê de dewrî komputerek xwe dikin û li wir bi alîkarîya bername û alavên din dest bi tehlîl û analîzan dikin. Mafê polîs heye li belge û wêneyên ku di komputerê de ne binêre.

Lê van salên dawî rewş hatîye guhertin. Êdî piranîya belgeyên mirovan ne di komputerê de lê di cîyên wekî Google Doc û Facebookê de têne tomarkirin.  Loma, dibêje Urban Swahn ev astengî karê şopandina sûcan ditengijîne.

-         Weke ku mirov ser xanîyê yekî de bigire û li malê lêgerînê bike. Ser mala kesekî girtin bi xwe rûmetşikandin e, lê çaxê sûcek hebe û biryar hatibe dayîn ku ew gunehbar bên girtin ez tu cudahîyê di navbera lêgerîna malê û ketina hesabê înternetê de nabînim.

Urban Swahn dibêje divê em cardin serî li Wezareta Dadê bidin, divê em çareyekê bibînin, çunkî wiha nabe.

Heta ku emirnameya tomarkirina agahîyan di biharê de hatibû pejirandin gelek alozî derketibûn, ji ber ku dijberên xurt hebûn. Di tevaya YE de dewleta ku herî dereng emirname lê hate qebûlkirin jî Swêd bû.

Vêce dozger Carl Erik Espo balê dikişîne ser zehmetîyan û dîyar dike ku ew wekî polîs nafikire.

Espo dibêje eger agahî di serverekê de li ser înternetê be û server li Swêd be problem nîne, lê eger server li welatekî din be ev tê wê wateyê ku mirov tedaxulî welatekî din dike, mîna ku polîsê Swêd li welatekî din biavêje ser malekê de. Û min nebawere ne em ne tu welatên din vê qebûl bikin dibêje Carl Erik Espo.

Lewra dibêje Espo, pêdivî bi qanûneke nû yan guhertina emirnameya heyî nîne. Di şûna wê de divê li ser xurtkirina hevkarîya navnetewî bê rawestandin û ev jî ne karê Wezareta Dadê lê erkê Wezareta Derve ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".