Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vilks beșdarî koferanseke dijmusilman dibe

Hat weşandin tisdag 7 augusti 2012 kl 10.47
Wêne: Sveriges Radio

Hunermendê swêdî Lars Vilks dê yanzdehê meha neha beșdarî konferanseke dijmusilman li New York bibe.

Dê di konferansê de behsa șîroveya ku bû piștî wî resmên karîkatîrî yê pêximber Muhamed ҁêkirin bike, yê piștî wê tûșî hem tehdîdên kuștinê û hem jî şewitandina bi qesda kuştinê bû, Vilks ji wê demê de herdem bi amadeyîya parêzgeran parastîye.

Ev konferans ji alîyê hevalbendîya navneteweyî SION, Stop Islamization Of Nations, tên amade kirin. Armanca wan rawestandina îslamîse kirina neteweyan e.

Yek ji vê hevalbendîyê Pamela Geller e, ya li gel grûpa ekstrêmên rastgir yên brîtanî, English Defense League, cîvîna counter-jihad li Stockholmê lidar xistin. Lê Lars Vilks bi xwe vê yekê șaș û asteng nabîne:

-Ez tu astengîyan nabînim. Ji berê ve ez bi her tiștî ve hatime girêdan. Eger mirov bixwaze min û ҁalakîyên min bi alîna ve girêbide, bila bibe. Ez bi xwe îslam wekî xeterekê ser rojava nabînim.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".