Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pispor yekîtîya bankeyan ҁareserkirin dibînin

Hat weşandin tisdag 7 augusti 2012 kl 11.49
Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Di heman dema ku krîsa euroyê tên payin ku roj bi roj xirabtir bibe, siyasetmedar û lêkolînerên bêhtir daxwaz dikin ku welatên euroyê divê barê deyinan nav xwe de parve bikin û ku bankeyeke yekîtîyê ya hevbeș bo welatên endamên yekîtîya ewrûpayê saz bibe.

Di van heftîyên dawî de șefê bankeya navendî ya Fransê yê, fona pereyan ya navneteweyî û bankeya navendî ya ewrûpayî ECB, di derbarê yekîtîyeke bankeyan piștgîrîya xwe nîșan dane.

Û di payizê de dê komîsyona yekîtîyê pêșnîyazeke konkrêt û berҁav derbarê sîstêmeke bankê ya hevbeș bi organ, ango dezgeheke ҁavdêrî kirinê ya hevbeș û garantîyeke razandina pereyan ya ji alîyê hemû welatên yekîtîyê ve dê bên fînanse kirin, pêșkêș bike.

Dîtinên derbarê vê pêșnîyazê li Swêdê cuda ne. Li gor Erik Berglöf, șefê aborîyê bo bankeya pêșketinê ya ewrûpayî, dibîne ku yekîtîyeke bi vî awayî dê bo Swêdê bi sûd be.

-Berglöf dibêje ku zererên astengîyên ku sîstêma euroyê îro hene li me jî dibin û eger sîstêma euroyê têk biҁe dê xwedan zerereke mezin be ser Swêdê.  

Lê Mats Persson, profesorê aborîya navneteweyî li zanîngeha Stockholmê ne bi dîtina Berglöf re ye û dibîne ku sîstemeke bankeyê ya hevbeș dê ne bo hemû welatan bi sûd be. Li gor wî, Swêd wekî mînak welatek xwe baș bi rêve dibe û ne bi pêwîstîya yekîtîyek bankeyan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".