Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Keҁa 17 salî ya birîdarbûyî di xeterê de ye

Hat weşandin tisdag 7 augusti 2012 kl 11.57
Wêne: Lars Pehrson/Scanpix

Keҁeke 17 salî doh di apartêmanekê de li Sollentuna ye li bakurê Stockholmê hate gulebaran kirin. Polîs pêșî bawer kirin ku keҁ hatiye kuștin lê nuha radigihînin ku rewșa keҁa 17 salî zêde xeter e.

Li gor Jan Jonasson ji polîsê herêma bakur, lêkolîna derbarê hewildana kuștinê berdewam e. Mêrê 18 salî yê bi gûmana hewildana kuștinê hatibû girtin, kete jêpirsînê de.

Ew li derveyê avahîya ciyê tawan lê bû hate girtin. Keҁa 17 salî bi ambûlansê bo nexweșxaneya zanîngehî ya Karolinska yê li Solna hate șandin.

Herweha sê mêrên din yên girêdayî wî xanîyî bûn, ji alîyê polîs ve ji wan hate pirsîn. Pișt re serbest hatin berdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".