Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkarî ji bo taxên jiderbketî

Hat weşandin onsdag 8 augusti 2012 kl 14.37
Pêşnîyaz bi dilê wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag e. Wêne: Scanpix

Taxên berxeter bila bibin herêmên destpêkê û kêmtir bac ji şîrketên biçûk yên wira bê standin. Ev pêşnîyaz ji alîyê lêkolerên hikûmetê ve tê kirin û duh ew radestî hikûmetê hat kirin.

Pêşnîyaza ku dixwaze kêmtir bac ji taxên berxeter bê standin û duh radestî hikûmetê hat kirin bi dilê Wezîrê Entegrasyonê Erik Ullenhag e:

-      Bingehê pêşnîyazê ez baş dibînim, ji ber ku yek ji dijwarîyên me yên civakî herêmên jiderbketî ne, bê emê çawa rewşa wan baştir bikin. Em bixêrhatina hemû fikrên ku li çareyên geşkirina herêmên wekî Rinkebya Stockholmê, Rosengårda Malmö yan Bergsjöna Göteborg dikin.

Rapor pêşnîyaz dike ku salê serê karker heta bi 70 000 kron û serê şîrketê 3,4 milyon wek destek kêmtir bac bê standin. Li gor hesabê ku lêkoleran kirîye mesrefa vê pêşnîyazê ser dewletê wê salê navbera 100 – 120 milyon kron be. Û ji bo şîrketan tê wateya 10 der sed kêmtir xercên civakî.

Lê gelek kesên xwedîşîrket ne di wê bawerîyê de ne ku tesîra vê pêşnîyazê mezin be. Yek ji van Mahşid e ku fîrmayek wê ya berberîyê li taxa Biskopsgården heye.

-      Alîkarîya ji sedî 10 wê ne bes be. Ji bo me,tu sûda wê nade me xwedanê şîrketên biçûk.

Kesekî din ku rexnegirê pêşnîyazê ye doçentê aborîya netewî li Zanîngeha Lundê Andreas Bergh e. Bi raya wî şaş e mirov giranîyê bide ser herêmên taybet.

-      Bi daxistina bacê belkî yek yan du şîrket xwe li wan herêman bigirin û bi vî awayî hinek kar bê peydakirin. Lê fikra bingehîn ew e ku kar li herêman bi xwe bê afirandin. Lewra ez pêşnîyazê di cî de nabînim. Ew kesên li beledî û taxên dewlemend piranî ji herêmên din tên wira kar dikin, dibêje Andreas Bergh.

Fikrê di vê pêşnîyaza ku duh radestî hikûmetê hatîye kirin de berya niha li herêma bakur Norrland hatîye ceribandin.

Lê belê rapora ku nû radestî hikûmetê hatîye kirin, bêhtir balê dikişîne ser tecrûbeyên Fransa yên di vî warî de. Fransa ji salên 90î ve li herêmên ku pirsgirêkên civakî li wan heye bernameyên bi vî awayî dimeşîne.

Encamên Fransa nîşan didin ku nexasim di destpêkê de hin kar peyda bûne. Lê bi giştî dema mirov li bêkarîya li van herêman dinere ew daneketîye. Ji alîyekî din ve şîrketên cîranê van herêmên ku barê wan tê sivikkirin mexdûr bûne. Li Brîtanya jî heman gazin hatine kirin.

Şêfê aborîyê yê Företagarna Lars Jagrén jî balê dikişîne ser dijwarîyên ku ev pêşnîyaz ji bo reqabetê derdixe pêş û tesîra ku ew ê li cîranên van herêman bike.

-      Dema mirov li lêkolînê dinere, pir bi zelalî tê dîtin ku tixûbê navbera herêmeke ku alîkarîya wê bê kirin û ya ku nayê kirin wê tenê rêyek be. Ev dê bibe pirsgirêk. Ji ber ku ew jî ji alîyê entegrasyonê ve bi qasî herêma cîran girîng e, dibêje Lars Jagrén ji Företagarna.

Lêkoler Christer Sjödin ku rapor pêşkêş kirîye diyar dike ku haya wan ji van pirsgirêkan heye, lê ew dîsa jî pêşnîyazê diparêze û dibêje hazirî û amadekarî lazim. Û radigihîne ku heta destpêka 2014ê ew nebawere bikaribin dest bi gavavêtinê bikin.

Wezîrê Entegrasyonê Erik Ullenhag di heman fikrî de ye û dibêje divê mirov ji avêtina gavên nû netirse.

-      Çend herêmên ku diketin ber bernameya milyonî (miljonprogramsområden) ji rewşa berxeter derneketin. Gelek mirovên ku li Ringeby û Rosengård dijîn dikarin biserkevin, lê ew ji wir bar dikin. Loma divê em hin rêyên nû biceribînin, da ku çareyek bê peydakirin.

Erik Ullenhag bi berdewamî dibêje li ser tixûbkişandinan gotûbêj wê derbikevin, lê bi min piranî dixwazin li van herêman kar bê peydakirin.

Kîjan herêm û şîrket ber dikevin?

Taxên ku wek Herêmên Destpêkê bên qebûlkirin divê van mercan bînin cî:

Nifûsa herêmê divê zêdeyî 4000 kes be.

Li herêmê herî kêm % 66 bêkar bin.

Li herêmê herî kêm %7 alîkarîya sosyalê wergirin.

Kesên bê dîplema lîseyê li taxê %31 zêdetir be.

Hejmara karkerên şîrketê ji 50 kêmtir be.

Hatinîya şîrketê ya salê negihe 83 mîlyon kron

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".