Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Kêm caran doz li tawanên nefretê vedibin

Hat weşandin torsdag 9 augusti 2012 kl 11.24

Salane rûmeta dora 20 000 kes tên șikandin û ji ber meyla xwe ya cinsî tûșî tehdîdan dibin, ev li gor encûmena ewleyîyê ya neteweyî.

Lê ne hemû bûyer tên gilî kirin ba polîs û ji 100 gilîkirinên tawanên nefretê tenê li 7 ji wan doz vedibe.

Vera Laningen ya 24 salî ji herêma Stockholmê tûșî hêrîșekê bû.          Vera Laningen beșdarî bernameya P1-morgon ya radyoya Swêdê bû û behs kir bê  ҁawa ҁend kurên genc hêrîșî wê kirin ji ber ew trans e.

-Laningen dibêje, wî bang kir û got ”bimire qûnekê pîs” û pișt re du kur li dû min meșîyan, yek bi birêka berfê û yekî din jî pê re bû û bi bêrê li min xistin. Û kurê din jî bi biҁakûҁekî di dest de hat û ji min re got ”ezê bi vî ҁakûҁî kîrê te jêbikin”.

Vera Lenning gilî li ba polîs kir, lê piștî ҁend mehan kaxezek ji polîs ji wê re hate malê, tê de nivîsandibûn ku pêșlêkolîn ji ber kêmhebûna isbatan girtine ji ber kêmhebûna isbatan.

Dewam kirina rewșên gilîkirinên tawanên nefretê bi kêmasî ye. Ji her sê dezgehên mezin yên polîs, dezgeha Stockholmê, Västra Götaland û Skåne, tenê yên Skåne bi rastî karê lênerîna tawanên nefretê yên gumanjêkirî berdewam dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".