Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bildt ba komîsyona destûrê tên gilî kirin

Hat weşandin torsdag 9 augusti 2012 kl 12.30
Wêne: Scanpix

Rexne li wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt dibe ji ber nameya ku wî bo dezgeha îcrayatê li Stockholmê, Kronofogdên re șandibû, ya derbarê xanîyekî ji milkê dewleta rûsî bû.

Pirsa derbarê vî xanîyî bûye nelihevîyeke aborî navbera bazirganekî û biryarek hem di dadgeha herî bilind de 2011 û hem jî li dadgeha destpêkî ya Nacka yê.

Nuha, di vê havînê de dê xanî bi destê dezgeha îcrayê di mazatê de bên firotin. Û ev yeka hiștîye ku Rûsîya bi heciz, ango desteserkirina balyozxaneya swêdî li Moskoyê tehdîd dike.

Wezîrê karûbarê derve Carl Bildt di nameya xwe de dinivîsîne ku heciza avahîya balyozxaneyê dê zererê li peywendîyên navbera Swêd û Rûsîyayê bike. Li gor yasayên swêdî divê dezgeh û dadgeh serbixwe bin.

Nabe ne parlaman û ne jî hukûmet biryarê derbarê karê dadgehê di rewșên taybetî de bide û ji ber vê yekê jî nuha rexne li Bildt dibin, hem di rûpelên șîroveyê yên rojnameyên cuda de û hem jî ji alîyê peyivdara partîya jîngehê Åsa Romson ve, ya wî nuha ba komîsyona parlamanê ya qanûna bingehîn gilî kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".