Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ew dikare bimîne, lê nabe zarokan bîne

Hat weşandin torsdag 9 augusti 2012 kl 13.15
Ev deh sal in ji zarokên xwe dûr e
(5:39 min)
Farid Khalil Abou: "Hesreta min ez saetekê zarokên xwe bibînim". Foto: Besir Kavak

Penaberên ji Sûrî yên li Swêd ku mafê rûniştina demî distînin, nabe zarok û xizmên xwe bînin Swêd. Şêfê hiqûqî yê Daîreya Koçê (Migrationsverket) Mikael Ribbenvik duh ev biryar eşkere kir. Ribbenvik got: "Me lê nerîye bê çi qaîde ji bo kesên destûra demî distînin derbas dibe. Ezmûneke ji 1999ê heye, ango ev ne pirseke nû ye. Tiştekî nû di vir de ew e ku divê em li gor qaîdeyên YE tevbigerin û li gor vê rûniştina demî divê bi kêmasî sê sal bin. Berê mafê rûniştina demî tenê  salek bû".

Li ser biryarê me hevpeyvîn bi Farid Khalil Abou re kir. Jin û çar zarokên Farid li Efrînê ne, lê ev deh sal in e li Swêd e. Bi raya wî biryar neadilane ye û ew dibêje: "Hesreta min ez saetekê zarokên xwe bibînim".

Penaberên ji Sûrî yên li Swêd ku mafê rûniştina demî distînin, nabe zarok û xizmên xwe bînin Swêd. Şêfê hiqûqî yê Daîreya Koçê (Migrationsverket) Mikael Ribbenvik duh ev biryar eşkere kir.

-         Me lê nerîye bê çi qaîde ji bo kesên destûra demî distînin derbas dibe. Ezmûneke ji 1999ê heye, ango ev ne pirseke nû ye. Tiştekî nû di vir de ew e ku divê em li gor qaîdeyên YE tevbigerin û li gor vê rûniştina demî divê bi kêmasî sê sal bin. Berê mafê rûniştina demî salek bû, dibêje şêfê hiqûqî yê Daîreya Koçê Mikail Ribbenvik in.

Hikûmeta Swêd berya niha biryar dabû ku mafê rûniştinê bide gişt penaberên ji Sûrî, yên ku li Swêdê dimînin. Lê du cureyên mafê rûniştinê dê bên dayîn. Beşek ji penaberan mafê daîmî wê bistînin. Heqê vî beşî dê hebe ku zarok û xizmên xwe yên nêzîk ku li Sûrî mane bînin. Ji bo van tu pirsgirêk nînin.

Lê belê beşek ji penaberan mafê demî, ango miweqet ji bo sê salan distînin. Îca rewşa van cuda ye. Ji ber ku ev kes wê nikaribin bi rêyên qanûnî zarok û malîyên xwe bînin Swêd.

Farid Khalil Abou, ji rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê ye. Duh êvarê dema min behsa biryarê jê re kir, xuya bû hîna ew pê nehesîya bû.

Temenê Farid nêzîkê pêncî salî ye. Ev deh sal in ew li Swêd e, lê jin û çar zarokên wî li Efrînê ne. Dema ew ji mal derket temenê kurê wî yê biçûk du heftî bû.

Vê dawîyê bi dijwarbûna şerê li Sûrî re, rewşa Efrînê bi giştî û pê re ya malbatê jî pir hatîye guhertin. Û bi vê re fikar û endîşeyên Farid zêde bûne:

Lê çirûsk bi temamî nevemirîne. Şêfê hiqûqî yê Daîreya Koçê Mikael Ribbenvik duh di hevpeyvîneke bi nûçeyên Radyoya Swêdê Ekot re herçend zêde hêvî nedan jî behsa hin îstîsnayan kir.

Farid Abou dibêje parêzera wî berya niha jê re qala dezgehên insanî ku mirov hawara xwe bigihîne wan kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".