Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewșa gundîyên șîr biberhem tînin dijwar e

Hat weşandin torsdag 9 augusti 2012 kl 15.39
Wêne: Johanna Jennische

Rewșa gelek gundîyên șîr biberhem tînin, bi buhayîyên șîrî ya daketî û buhayîyên êm yên bilid acil û berxeter e.

Di halê hazir de krîsa di Ewrûpayê de bandorê li buhayîyan dike ya dihêle ku daxwazî jî kêm bibe. Di heman demê de ҁêlekên li Australîyayê șîrê zêde didin.

Ev yeka kirîye ku gundîyên swêdî kêmtir werbigirin bo șîrê xwe, bi kronekî kêmtir di salê de, ev dike hatinîyeke bi sê milyon kronî kêmtir îsal eger buhayî neyên guherîn. Di heman demê de jî zûhayîya li Amerîkayê hiștîye ku êm buhatir bibe.

Li gor jimartinên zanîngeha ҁandinî ya Swêdê , di halê hazir de ne rewșa wan ciftilk, ango mezreyên herî baș jî biqezenc e. Ew yên xwedan bêhtirî 300 ҁêlekî û bi berhemên șîrî yên zêde mezin jî qezencan nabînin.

Îro dê șirketa Arla bi endamên xwe re bicive li Jönköping, bi armanca ronî kirina rewșa daketina buhayîyên șîrî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".