Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Buhayîya eletrîkê bi hêz daketîye

Hat weşandin fredag 10 augusti 2012 kl 10.44

Havîna bi baran buhayîya kehrebê ango eletrîkê daxistîye. Di heyva heftan de buhayîya kehrebê daketibû asteke zêde kêm. Daketina buhayîya kehrebê kirîye ku gelek malbat peymanên xwe girêbidin.

Hem ji ber barana di vê havînê de hat û hem jî ku hêza nukleer baș kar dikir û eletrîk bi berhem tanî bû sedema ku buhayîya bazarê li borsaya eletrîkê Nordpol di heyva heftan de zêde kêm bû, buhayîya nesabit ser 11,5 öre her saeteke kîlowat bû di herêma eletrîkê ya herî erzan de. Ew jî herêma Malmö bû.

Li gor bîroya enerjîyê ya serfkaran ev buhayîya eletrîkê ya herî kêm e di 12 salan de û telefizyona Swêdê radigihîne ku nuha gelek deng ji xwe tînin bo ku peymanê xwe yên eletrîkê girêbidin.

Buhayîya herî bilind ta nuha giheștîye 94,5 öre û ew jî di meha yekê de bû, januarîya 2010 dema zivistan di wê salê de ecêb sar bû.

Navencî buhayîya eletrîkê di meha heftan de di deh salên derbasbûyî de ser asta 35 öre bû danberhev bi 11,5 öre re vê salê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".